Xizmet û çalakiyên hatine paşxistin ji nû ve çalak dibin!

  • 09:09 9 Cotmeh 2025
  • Çand û Huner
 
AMED - Şaredariya Peyasê piştî navberek dirêj, bi festîvala Kedê ya Jinan û BelgeFilm ya FilmAmed ku pêk anî, bi hevkarî û hunerê re bi hezaran kes anî ba hev. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gûlşen Sîncar û Cengîz Dundar diyar kirin ku ew ê di pêşerojê de xizmet û çalakiyên ku hatine paşxistin, ji nû ve çalak bikin û têxin meriyetê.
 
Şaredariya Peyasê piştî navberek dirêj, bi festîval û bi çalakiyên ku organîze kir bi hezaran kes anî ba hev. Şaredariyê yekem car di sala 2011’an de bi vekirina deriyê Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn, rojên BelgeFîlman organîze kir ku di demekê de bû festîvaleke Belgefîlman ya navneteweyî. Lê di sala 2016’an de, bi qeyûmên tayinkirî re ku dest danîn ser Şaredariya Peyasê, ev û gelek çalakiyên bi vî rengî hatin betalkirin. Şaredariyê bi hevkariya Gerînendetiya Çand û Karên Civakî û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, di navbera 26-30’ê Îlonê de bi şîara “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” 9’emîn Festîvala BelgeFîlman ya FilmAmedê ji nû ve organîze kir û bi hezaran kes bi hunerê re anî ba hev. Festîvalê eleqeyeke mezin dît û di qada navneteweyî de jî cih girt. 
 
Hevdîtina Kedê ya Jinan
 
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, bi armanca xuyakirina keda jinan, teşwîqkirina hilberînê û xurtkirina hevkariya civakî, bi dirûşma “Em bi Ked û Çanda xwe Piştgiriyê Xûrt Dikin” di navbera 3-5’ê Cotmehê de 2’yemîn Festîvala Keda Jinan û Çandî a Peyasê organîze kir û eleqeyeke mezin dît. Şaredariya Peyasê di 2’yemîn Festîvala Keda Jinan a Çandî de, berhemên bi destê jinan hatine çêkirin nîşan da, bi çalakiyên cihêreng re bi dawî kir. Stantên Hevkariya Keda Jinan ku tê de berhemên bi keda jinan hatibûn amadekirin, rastî eleqeyeke zêde ya mêvanên xwe hat. Di festîvalê de qadên lîstikê yên ji bo zarokan jî hatin avakirin û ji aliyê zarokan ve gelekî hatin hezkirin. Konsera dawîn jî ji aliyê Hûnermend Beser Şahîn ve ku piştî 30 salan hat dayîn, ji aliyê bi hezaran kesan ve hate guhdarîkirin.
 
'Em ê rengê xwe bidin her qada jiyanê'
 
Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar diyar kirin ku ew ê di demên pêş de xizmet û çalakiyên ku hatine paşxistin çalak bikin û ji nû ve têxin meriyetê. Hevşaredar Sîncar anî ziman ku ji bo bajar bibe bajarekî jinan, deng, reng, çalakî û keda jinan dê bidin xuyakirin, çalakiyên ku hatibûn paşxistin û betalkirin, ji nû ve dest pê dikin û bi berdewamî têxin meriyetê. Hevşaredar Dundar jî di axaftina xwe de diyar kir ku Festîvala BelgeFîlman, êşên hatine jiyîn bi zimanê sînema û belgeselan xwe digihînin nava gel û xebatên xwe ên bi vî rengî bidomînin.