
Komplo hat şermezarkirin: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelan e
- 15:06 9 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelan e.”
Li gelek bajaran, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeh, hat şermezar kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Êlih
Platforma Saziyên Demokratîk a Elihê di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998an a li dijî Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Elihê daxuyanî da. Nûner, rêveberên partiyên siyasî, endamên saziyan sivîl û gelek kes tev daxuyaniyê li bûn. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Ariyê (ARÎ-DER) Mazlûm Tenha xwend.
Mazlûm Tenha anî ziman ku ji ber ku raman û paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan pêş ketibû, komplo pêk hat û wiha axivî: “Fikra Birêz Abdullah Ocalan li hemberî sîstema şer, îstîsmar û serdestiyê ku gelan rû bi rû dihêle, bi perspektîfa Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk, derketineke aştiyê bû. Navendên Modernîteya Kapîtalîst xwestin vê ramanê teslîm bigirin û îradeya azad a gelan dîl bigrin. Lê belê, tevî şertên giran ên tecrîdê yên ku ev 26 sal in li Îmraliyê didomin, berxwedana Birêz Ocalan, weke rawestgeha ramanî û siyasî ya di asta dîrokî de, armanca komployê pûç kiriye.”
Di berdewama axaftina xwe de Mazlûm Tehna diyar kir ku gelê Kurd zêdetirî sed sal e li dijî polîtîkayên înkar û qirkirinê li ber xwe dide û ev tişt anî ziman: “Têgîna ‘Kurd tune ne’ bûye îdeolojiya hevpar a avakirinê ya her çar netew-dewletan. Her hewldana mafdarî, bi tundî hatiye tepisandin. Lê belê kevneşopiya berxwedanê ya li ser vê axê, her carê ev tarîtiya hanê parçe kiriye. Derketina Birêz Ocalan li ser qada dîrokê, mohra ‘em hene’ li ser zincîrên înkarê hate danîn. Qonaxa dîrokî ya ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya 52 salan gihîştiye, êdî demeke wisa afirandiye ku tu hêz nikare bibêje ‘Kurd tune ne’. Îro îradeya gelê me, ramana û rêxistinbûna gel, nîşana herî berbiçav a vê rastiyê ye.”
Mazlûm Tenha bi bîr xist ku îro gelê Kurd li qadan bi gotina “Bê Serok Jiyan Nabe” berz dike û axaftina xwe wiha dawî kir: “Ev gotin ne tenê dirûşmeyek e; daxuyaniya îradeyê ye ku têkiliya diyalektîka jiyana azad û Rêbertiya azad, bi awayekî herî zelal tîne ziman. Azadiya Birêz Ocalan, ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gaveke herî berbiçav e. Dema ku em li dijî komployê dengê xwe bilind dikin, bila em dengê azadî û aştiyê jî bi hev re bilin bikin.”
Parlamentera Elihê Zeynep Oduncu Kutevî jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj di serê berxwedana xwe de azadiya gelê Kurd anîbû ziman û wiha got: “Ji wê demê heta niha fikra birêz Ocalan heman e, komployê di bin tarî de hişt. Komplo serneket û îro fikrê birêz Abdullah Ocalan gihişt mîlyonan. Îro her kes dizanê ku xilasbûna gelên li Tirkiyeyê bi fikrên birêz Ocalan pêkan e.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Bedlîs
Li ber Mizgefta Uluyê, bi tevlîbûna Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistina bajar û navçeyan ên DEM Partiyê, DBP, MEBYA-DER) û parlamenterê DEM Partiyê yê Bêdlisê Huseyin Olan tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hat vekirin. Di daxuyaniyê de li ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan hat rawestandin û hat diyar kirin ku bi sekna polîtîk komplo hatiye pûçkirin.
Daxuyanî piştî berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Mûş
Li ber avahiya DEM Partî ya Mûşê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî bi tevlîbûna Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistina bajar û navçeyan ên DEM Partiyê, DBP û gelek pêk hat. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hat vekirin. Di daxuyaniyê de qala têkoşîna azadiyê ya 52 sal in tê meşandin hat kirin û banga têkoşîna hevpar hat kirin.
Daxuyanî piştî berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Agirî
Daxuyaniya ku li navenda bajarê Agirî hate lidarxistin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên ji navçeyên cuda û gelek kesên din beşdar bûn. Pankarta "Bê guman, rewşa me xurt e", "Berxwedana li dijî komployê, aştî bi berxwedanê" û "Bijî berxwedana Îmrali" hatin hilgirtin.
Îdir
Li Îdirê jî li dijî komployê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Daxuyaniya çapemeniyê ya ji aliyê Saziya Platformên Demokratîk ve hat dayîn, nûnerên rêxistinên bajar û navçeyê yên DBP û DEM Partiyê yên Îdirê û gelek kesên din beşdar bûn. Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ber navenda bajêr a DEM Partiyê de komplo hat şermezarkirin.
Erzirom
Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li navçeya Erziromê jî hat protestokirin. Gelek kes beşdarî civîna çapemeniyê ya ku ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk ve hat lidarxistin bûn. Di çalakiyê de pankartek bi nivîsa "Ber bi civakek azad bi rêberiyek azad" hate vekirin û Hevserokê DBP'ê yê bajêr Ramazan Karakaş daxuyaniya çapemeniyê xwend. Ligel astengiya polîsan girse meşa xwe pêk anî û daxuyanî da çapemeniyê û komploya navneteweyî şermezar kir.
Xarpêt
Li Xarpêtê, Platforma Saziyên Demokratîk di 9'ê Cotmehê de li Garaja Hozatê daxuyaniyek li dar xist. Di daxuyaniyê de, ku gelek kes beşdar bûn, pankartek bi nivîsa "Ji bo Civakeke Azad bi Rêbertiyeke Azad" hate vekirin. Hevseroka navçeya navendî ya Xarpêtê Saadet Yavuz daxuyaniya hevbeş xwend.
Çewlîg
Li Çewlîgê, Platforma Saziyên Demokratîk li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê daxuyaniyek li dar xist û komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir. Di xwepêşandanê de, tevî endamên platformê, gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê DBP'ê yê Çewlîgê Şevket Kalindamar, daxuyaniya hevbeş xwend û pankarta bi nivîsa "Ber bi civakeke azad bi rêberiya azad" hate vekirin.
Dêrsîm
Li Dêrsimê, komplo li Kolana Hûnerê bi daxuyaniyekê hate protestokirin. Gelek siyasetmedar û nûnerên saziyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya ku pankarta bi nivîsa "Na ji komployê re, azadî ji Birêz Ocalan re" hat vekirin. Li ser navê Platforma Saziyên Demokratîk ji aliyê endama Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Hulya Bozkurt ve hat xwendin.
Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu, jî axivî û diyar kir ku Gelê Kurd tevî 26 salan tecrîda giran, dev ji aştî û demokrasiyê bernedaye. Ayten Kordu bi şermezarkirina komployê axaftina xwe bi dawî kir.
Edene
Li Edeneyê, Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Helîn Kaya metna daxuyaniya li Meydana Beşocakê xwend. Parlamenterê Mersînê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Alî Bozan diyar kir ku divê li ser biryara binpêkirina "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan tedbîr bên girtin.