Li 6 bajarên Kantona Cizîrê dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe’

  • 14:33 9 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li 6 bajarên kantona Cizîrê meşên girêseyî hatin lidarxistin. Di meşan de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin. 
 
Bi boneya salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina wî ji Sûriyeyê dest pê kir û di 15’ê Sibatê de bi ragirtina wî dewam kir, li 6 bajarên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşên girseyî hatin lidarxistin.
 
Til Hemîs 
 
Li bajarê Til Hemîs bi sedan welatî tevî meşa girseyî bûn. Nûnerên saziyên sivîl, meclisên herêmî, Kongreya Star, rûspî û şêxên eşîran û bi hezaran şêniyên herêmê tev li meşê bûn. Girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Em Komploya Navneteweyî şermezar dikin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin” vekiribûn.
 
Meşvan li kolanên bajar geriyan. Dawiyê li Çerxerêya Til Hemîsê kom bûn. Li wir girseya gel deqeyekê rêz girt û paşê axaftin hatin kirin.
 
Bi navê Kongreya Îslama Demokratîk şêx Silêman El Elî axivî û got: “Em îro girêdan û dilsoziya xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re dubare dikin. Em komployê şermezar dikin. Komplo li dijî projeya neteweya demokratîk pêk hatiye. Kilîta çareseriya aloziyên herêmê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye.”
 
Şêx El Elî bi bîr xist ku gelê herêmê dê berxwedana xwe heta azadiya fîzîkî ya Ocalan dewam bike. Di dawiyê de Şêx El Elî bang li xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li pey hewldanên tevlihevî û kîndariyê neçin û heta dawiyê yekitî û hevgirtina xwe biparêzin.
 
Paşê endama Rêveber a Însiyatîfa Gel a Azadiya Abdullah Ocalan Ibtîsam El Elî axivî û got: “Ji van meydananan em silavên xwe yên germ ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Komployê ji Lihevkirina Edeneyê ve destpê kiribû.”
 
Dêrik
 
Bi sedan şêniyên bajar û gundên Dêrikê  jî ji Qada Azadî heya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Şehîd Bawer meşiyan. Di meşê de pankartên "Em komployê şermezar dikin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin" hatin vekirin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Em Komploya Navneteweyî şermezar dikin" û "Berxwedan jiyan e" hatin berzkirin.
 
Girse li pêşiya Navenda Şehîd Bawer sekinî û hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso axivî.
 
Xerîb Hiso Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi armanca hedefgirtina projeya wî ya aştî û neteweya demokratîk hat kirin.
 
Xerîb Hiso da zanîn ku hêzên hegemon hewl didin şeran gur bikin, aloziyan di nava gelên Rojhilata Navîn û cîhanê de çêkin. Xerîb Hiso di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku bi hezaran kes xwedî li ramanên Abdullah Ocalan derket û fikrên wî yên banga azadî, aştî û jiyana hevbeş dikin wek rêya serkeftin û rizgariyê esas girt.
 
Xerîb Hiso destnîşan kir ku Abdullah Ocalan xwedî hêza rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye, banga wî ya dîrokî ji bo aştiyê ye ku rêya rasteqîn a xelasiya ji aloziyan e. Hiso di dawiya axaftina xwe anî ziman ku komplo hîna dewam dike û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.
 
Amûdê 
 
Tevî nûnerên saziyên civaka sivîl, Meclisa Leşkerî, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, xwendekar û koçberên ji Efrîn û Şehbayê, bi hezaran kes bi meşekê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
 
Girseyê ji Qada Jina Azad dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan.
 
Meş li Qada Şehîd Cîhad sekinî. Li wir piştî rêzgirtinê ji rêveberên Kongra Star a kantona Cizîrê Şeha Xelîl axivî. Şeha Xelîl komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wek hewldaneke ji bo qutkirina Abdullah Ocalan ji gel û jiholêrakirina ramanên wî yên azad bi nav kir.
 
Şeha Xelîl di dewama axaftina xwe de got: "Felsefeya Rêbertî di mejiyê me de ye. Em vê rojê bikin rola têkbirina komployê. Em ê berxwedana serxistina projeya wî ya aştî û civaka demokratîk ji bo tevahî gelên Rojhilatê Navîn bidomînin."
 
Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero jî axivî û diyar kir ku komplo li dijî gelan û li dijî hêza xwedîderketina li şehîdan bû û got: "Em teslîm nabin. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûye modela demokasî û jiyana hevbeş."
 
Girkê Legê 
 
Bi hezaran şêniyên bajarên Girkê Legê, Til Koçer û Koçeratê jî bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Şehîd Xebat a Girkê Legê kom bûn.
 
Girse ji Qada Şehîd Xebat heya têketina bajarê Rimêlanê meşiyan. Girseyê wêneyên Abdullah Ocalan û alên QSD’ê hildan. Her wiha dirûşmên şermezarkirina komployê berz kirin.
 
Li têketina Rimêlanê ji rêveberên PYD’ê Mihemed Ebdurehîm axivî û got: "Komplo bi armanca şikandina îradeya gelan û têkbirina projeya neteweya demokratîk hat plankirin. Lê bi saya berxwedana têkoşerên ku îlham ji ramênên Rêbertî girtiye, komplo pûç bû. Daxwaza me ya îro ne dirûşmeke ji rêzê ye, lê sonda me ya domandina têkoşînê ta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye."
 
Ji rêveberên Kongra Star Cewahir Osman jî anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd û tevahî gelên herêmê ye û got: "Girseya ku beşdarî vê meşê bûye ji cîhanê re teqez dike ku ramanên Rêbertî bûye rêbazek. Her wiha piştrast dike ku nikarin Rêbertî di girtîgehê de bêdeng bikin û têkiliyên wî ji gel qut bikin. Hemû hewldanên tecrîdkirin û tengavkirinê têk çûn, ji ber ku ramanên wî bûn meşaleya ku rêya berxwedana li hemberî destpotî û dagirkeriyê. Meşa me berdewama têkoşîna me ya dîrokî ye.
 
Qamişlo 
 
Bi hezaran şêniyên Qamişloyê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.
 
Meşê ji Çerxerêya Sonî ya navenda bajêr dest pê kir. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan, alên QSD, YPJ û sembolên Şoreşa 19’ê Tîrmehê hatin vekirin.
 
Girseyê li Qada Şehîd Rûbar deqeyekê ji bo bîranîna şehîdan rêz girt û sirûda Ey Reqîb hat xwendin.
 
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif axivî û bi bîr xist ku dewleta Tirk û dewletên dijberî Kurdan beşdarî komployê bûn û got: "Rêber Apo bi berxwdana xwe girtîgeha Îmraliyê kir navenda şaristaniya demokratîk. Ramanên wî dîwarên tecrîdê şikandin û li Rojavayê Kurdistanê hatiye pratîzekirin. Ramanên wî û peyamên wî yên azadî, aştî û demokasiyê li tevahî cîhanê belav bûn."
 
Perwîn Yûsif bang li hêzên navneteweyî kir ku zextên li dewleta Tirk bikin bila sozên xwe bi cih bîne û mafên Kurdan di destûra Tirkiyeyê de mîsoger bike.
 
Perwîn Yûsif di dewama axaftina xwe de bal kişand ser dan û standinên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de û da zanîn ku hikumeta veguhêz di hewldanên xwe de ne cidî ye û dê têkoşînê berdewam bikin ta mafên Kurdan di destê de werin mîsogerkirin.
 
Endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Abdullah Ocalan Kenan Berekat jî anî ziman ku komploya berî 27 salan dest pê kir dewam dike û ev li axaftina xwe zêde kir: "Sivikkirina tecrîdê têrê nakê, daxwaza girse zelal e ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Divê banga bi mîlyonan kesî were bersivandin.”
 
Berekat destnîşan kir ku tevî bangên domdar ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştî, diyalog û çareseriyê jî lê dewleta Tirk di siyasetên xwe yîn înkarê û şer de berdewam e."
 
Tirbespiyê 
 
Li bajarê Tirbespiyê jî meşeke girseyî hate lidarxistin. Welatiyên Kurd, Ereb û Suryan bi armanca şermezarkirina komloya 9’ê Cotmehê daketin qadê.
 
Meşvan li ber navenda perwerdeyê ya bajar hatin cem hev. Girseyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Em komployê şermezar dikin. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin” vekirin. Meşvan di nava kolanên bajar de geriyan û li pêşiya meclisa bajar kom bûn.
 
Li wir destpêkê endama Rêveber a Kongreya Star Hemrîn Elî axivî û got ku yekîtiya Kurd, Ereb û Suryaniyan di vê boneyê de nîşan dide ev daxwazeke gelerî ye û ev tişt anî ziman: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwazeke gel e. Bi taybet piştî rêgeza demokratîk û jiyana hevbeş di herêmê de pêk hatiye. Komploya navneteweyî li dijî hevgirtina gelên azadîxwaz pêk hatiye. Bi taybet jî li dijî jinên baweriya xwe bi fikrê rêber a azadîxwaz anîne. Niha di asta cîhanê de jinên herêmê bûne nûnera jinên azadîxwaz.”
 
Paşê endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Welîd Efrînî axivî û got komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewldana têkbirina projeya demokratîk e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îradeya gelên bi fikra Rêber Apo bi pêş ve çûne, dê tekoşîna xwe heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were, dewam bike.”
 
Meş bi dirûşmên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi dawî bû.