Koma dawîn a malbatên Efrînî gihiştin bajar
- 21:46 16 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koma dawîn a koçberan ku vê sibehê ji Qamişlo, Hesekê û Dêrikê bi rê ketibû, gihîşt Efrînê.
Koma dawîn a koçberên ji Efrînê ku vê sibehê ji bajarên Qamişlo, Dêrik û Hesekê bi rê ketibû, gihîşt Efrînê. Koma koçberan bi beşdariya cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl û endamê Koma Serokkomariyê ya Bicihanîna Peymana 29ê Çileyê Mustefa Ebdî ber bi Efrînê ve bi rê ketibû.
Vegera koçberan a li warê xwe di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileyê ya di navbera HSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de pêk hat.







