Sedema biryara Ayşe Gokkan: Têkoşîna jinan wekî sûc hate hesibandin

  • 20:41 13 Tîrmeh 2026
  • Hiqûq
AMED - Di biryara bi hincet a berdevka berê ya TJA’yê  Ayşe Gokkan a 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn de, xebatên wê yên jinan, çalakiyên wê yên Kongreya Civaka Demokratîk, daxuyaniyên wê yên li dijî kuştina jinan û tundiyê, daxwazên wê yên derbarê zimanê Kurdî de û gotinên wê yên li ser polîtîkayên tecrîdê yên li ser Abdullah Ocalan wekî "hêmanên sûc" hatine nîşandan.
 
Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê sedema cezayê ku di 19’ê Hezîranê de li berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" bi tevahî 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da eşkere kir.
 
Di biryara bi hincet de çalakiyên Ayşe Gokkan ên di nav Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) de, beşdarbûna wê di merasîmên cenazeyan de, axaftinên wê yên li ser kuştina jinan û şîdeta li dijî jinan, daxuyaniyên wê yên li ser polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û beşdarbûna wê yên di çalakî û bûyerên cûrbecûr de wekî hêmanên sûc hatine destnîşankirin.
 
Daxwazên wê yên li ser zimanê Kurdî û daxuyaniyên wê yên li ser binpêkirinên mafên mirovan  jî wekî "sûc" hatine hesibandin.
 
Ayşe Gokkan, di rûniştina biryarê de diyar kir ku ew ji ber ku Kurd e tê darizandin û got, "Dadgehkirin ji bo min ne pir girîng e; dile min rehet e. Di dawiyê de, gel û jin min danarizînin."