Der barê tecrubeyên Tevgerên Azadiya Jinan de nirxandin
- 09:03 3 Tîrmeh 2026
- Jineolojî
"Li gelek welatan şer piştî peymanên aştiyê bi dawî bibin jî tundî bi awayên cuda xwe didomîne. Ji welatên Abya Yala, Afrîka û Asyayê jin, piştî bidawîbûna pevçûnên çekdarî diyar dikin ku girêdayê tuniya zayendê qetilkirina jinan zêde bûye. Jinên ku berê gerîla bûne jî rastî zextên dewlet û mêr tên. Di pevajoyên entegrasyonê de ji bo parastina serdestiya mêr jinan tevli statukoya mêr dikin."
Akademiya Jîneolojiyê
Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan hewce hat dîtin ku tecubeyên jinan yên di pêvajoyên aştî û çareseriyê yên welatên din bên şîrovekirin. Girêdayê vê pêvajoyê em jî hemfikrin ku tecrubeyên tevgera Azadiya Jinên Kurd bê nirxandin.
Pêvajoyên aştiyê yên wek berdewama tevger-têkoşînên rizgariya çekdarî dest pê dikin, li her welatî xwedî rastiyên çand, dîrok û polîtîk e. Welatek ji welatên din raste rast reçeteke ku ragîhîne tune ye. Lê li cihên cuda yên cîhanê destkeftiyên tecrubeyên tevger û jinan û analîza kêmasiyên wan, di vê pêvajoya dîrokî de, ji bo diyarkirina polîtîkayên Tevgera Azadiya Jinan daneyên girîng pêşkêş dike.
Ji yekemîn Şerê Cîhanê şûnde ji welat û tevgerên cuda jin,wek aktîfîstên aştiyê derketine holê. di 1915’an de ji 12 welatan bi tevlibûna 1136 hezar jinî Konferansa Jinan a Sosyalîst a Navneteweyî li Bernê pêk hat û her wiha Kongreya Aştiyê ya Navneteweyî ya li Lahey jî yek ji van mînakan e. Bi pêşengiya Konferansa Jinan a Sosyalîst, piştevaniya enternasyonalîst a jin û karkeran ji nû ve hat zindîkirin. Şoreşa Sovyetê ya ku Yekemîn Şerê Cîhanê rawestand, hîmê serhildana leşker û karkeran jî danî. fikra divê jin şerê ku mêran daye destpêkirin, rawestînin hişmendiya Kongreya Lahye jî îfade dikir û sernavê metna manîfestoya ku ji aliyê Lucy Thoumaaîan ku delegeya kongreyê bû hatibû nivîsîn bû. Delegeyên kongreya Lahey ji bo sûcên şer bên darizandin, dadgehek navneteweyî bê avakirin, sûcên tecawiza komî wek sûc bên nasîn û yekitiya Jinên Navneteweyî ya ji bo Aştî û Azadiyê(WILPF) bê avakirin pêşengî kirin.
Pêvajoyên muzakere û aştiyê
Tevî rastiya ku jinan pêşengiya pêvajoyên çareserî û aştiyê kiriye jî her tim ji derveyê mekanîzmayên biryarê hatine girtin. Di salên 1990’î de bi bandora şer û komkujiyên li Yugoslavyayê û Ruandayê jinên alîgirê aştiyê û femînîst, kampanyayên navneteweyî li dijî sûcên şer rêxistin kirin. Di encama têkoşîna jinan de, Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî, di sala 2000’î de ji bo tevlibûna jinan a pevajoyên aştiyê biryara hejmar 1325 girt. Lê daneyên NY’ê nîşan didin ku di navbera 1992 û 2019’an de tevlibûna jinan a di peymanên aştiyê yên hatine îmzekirin de ji sedî 6 e.Lêkolîn nîşan didin ku pêvajoyên ku jin têde tune ne biser navkevin û aştiya civakî jî ava nabe.
Feraseta pêvajoyên aştiyê yên serdest, wek siyasetek elît ya xwe dispêre 5 astî teşe dibe:ya yekemîn muzakereyên di navbera du aliyan de û aliyê sêyemîn wek navbeynkar û çavdêr cih digire. Ya duyemîn bi peymanên aştiyê re lihevkirin tê kirin. Ya sêyemîn rawestandina pevçûnên leşkerî. Ya li normalbûnê vegere. Ya pêncemîn entegrasyona ji nû ve ye.
Gelek pêvajoyên aştiyê yên bi vê ferasetê hatin meşandin bi ser neketin. Peymana Arusha an jî Peymana Oslo ya 1993’an ku ji bo şerê navxweyî yê li Ruandayê bi dawî de hatkirin mînaka vê ye. Piştî îmzekirina van peymanan, li Fîlîstînê li Ruandayê komkujiyên mezin çêbûn. Li Tamîl Îlamê jî di 2006’an de piştî têkçûna pêvajoya Osloyê dewleta Srî Lankayê li hember gelê sivîl û kadroyên LTTE komkujiya herî mezin pêk anî. Di 2016’ande jî navbera gerîlayên FARC û dewleta Kolombiyayê de pêvajoya lihevkirina aştiyê di çarçoveya pênc astî de pêk hat. Lê reforma axê ji aliyê hêzên sermayê û xwediyên axê ve hat astengkirin bi sedan gerilayên berê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.
Li gelek welatan şer piştî peymanên aştiyê bi dawî bibin jî tundî bi awayên cuda xwe didomîne. Ji welatên Abya Yala, Afrîka û Asyayê jin, piştî bidawîbûna pevçûnên çekdarî diyar dikin ku girêdayê tuniya zayendê qetilkirina jinan zêde bûye. Jinên ku berê gerîla bûne jî rastî zextên dewlet û mêr tên. Di pevajoyên entegrasyonê de ji bo parastina serdestiya mêr jinan tevli statukoya mêr dikin.
Jinên Sandinîsta yên dema şoreşa Nîkaragua, tevî di eniya pêş a şer de peywira fermandariyê digirin, piştî şoreşa leşkerî ya 1979’an şûnde ji derveyê mekanîzmayên biryarê hatin hiştin.
Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de aştiyê wek lihevkirineke di navbera dewlet û demokrasiyê de pênase dike. Ji esasa ‘di aştiyê de alî hene.Divê ji sedî 100 serdestiya aliyekî tune be’ derdikeve rê û ji bo pêkhatina aştiyê 3 şertan aşkera dike: Yê yekemîn, divê her kes di ewlehiyê de bijî. Ev jî bi karekterên civaka polîtîk û ahlaqî û parastina cewherî pêkan e. Yê duyemîn jî ne pêkane ku aliyek di asta jor de bimîne. Yê sêyemîn jî divê hemû alî di çareseriya pirsgirêkê de rêzê nîşanê xebatên demokratîk yên civakî û saziyan bidin.
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘komîsyonên heqîqet û edaletê’ wê bê weşandin.
Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosya ‘jin û aştî’ ya kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.







