Ji Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê der barê hevdîtinan de daxuyanî
- 17:52 16 Tîrmeh 2026
- Rojane
ENQERE - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê diyar kir ku derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi heyeta AKP'ê û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re hevdîtin kirine û got ku piştî van hevdîtinan armanca wan ew e ku demildest biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêktê tekildarî hevdîtina bi AKPê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan di 15-16ê Tîrmehê de bi heyeta AKPê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hevdîtin kirine û ev tişt gotin: “Di hevdîtinê de me rewşa pêvajoyê girt dest û anî ziman ku divê qanûna çarçoveyî demildest bikeve meriyetê û ji bo ew qanûn ji bendewariyên civakê re bibe bersiv danûstandin kirin. Danûstandinên me yên vê derbarê de dê berdewam bike.”
Her wiha hat gotin ku piştî van hevdîtinan armanca wan ew e ku demildest biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.







