Li Amûdê gel li dijî êrîşan bû yek û tevlî seferberiyê bû
- 16:37 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên siyasî, meclîsên herêmî û eşîrên li Amûdê ragihandin ku ew tevlî seferberiya giştî dibin.
Li ser banga seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê ji bo parastina herêmê ji êrişên çeteyên hikumeta demkî ragihandiye, Meclisa PYD’ê ya bajarê Amûdê, Meclisa bajarê Amûdê û eşîra Deqorî ya Amûdê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand.
Endamên Meclisa PYD’ê ya bajarê Amûdê hatin gel hev û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji pêşiya avahiya partî ji aliyê rêvebera partiyê Nîroz Elî ve hat xwendin.
Rêveber û endamên Meclisa Bajarê Amûdê jî daxuyaniyek li pêşiya avahiya xwe dan. Endamê meclisê Ebduselam Qafûr daxuyanî xwend. Eşîra Deqûrî jî bi amadebûna ciwan û rûspiyên eşîran daxuyaniyek li pêşiya Jina Azad da. Daxuyanî ji aliyê Amir Deqorî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyan de êrişên hikumeta demkî yên li ser Rojava hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku êriş bi armanca şikandina îradey gelê Kurd û jiholê rakirina destkeftiyên wan e.
Di daxuyaniyê de piştgiriya bi QSD’ê ra hat nîşandin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li êrişan bînin.
Her wiha bang li gelê herêmê hat kirin ku li hemberî êrişan berxwedanê xurttir bikin û hate gotin "Îradeya gel ji alava şer a dijmin bihêztir e.” Di heman demê de banga xurtkirina hevgirtinê li gelê Kurd hat kirin.
Di dawiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.







