‘Hejmara 3’emîn a Kovara Nîsan Derket’

  • 12:00 12 Çile 2026
  • Çand û Huner
ŞENGAL - Kovara Nîsan bi hejmara xwe ya 3’emîn bi dirûşma ‘Li dijî komplo û qirkirina jinê wê tekoşîna Sarayan bibe navnîşana serkeftinê û pêkanîna ronensansa jinan’ gihişt ber destê xwînerên xwe. 
 
Kovara bîrdozî, bawerî û çandî ya Nîsan ku dengê jinên Êzidî ye û her ji sê mehan carek bi zimanê Kurdî û Erebî derdikeve, bi hejmara xwe ya 3’emîn bi dirûşma ‘Li dijî komplo û qirkirina jinê wê tekoşîna Sarayan bibe rênîşana serkeftinê û pêkanîna ronensansa jinan’ gihişt ber destê xwînerên xwe. 
 
Kovar di vê hejmara xwe de cih da qirqirin û tekoşîna jinan her wiha komploya navnetewî ya ku dikeve sala xwe ya 28’an û cîhek berfireh daye 8’ ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê.  
 
Her wiha kovar ciheke berfireh da mîrateya tekoşîna jinan, şehîdên Parîsê, li hember xeta îxaneta PDK’ ê Berxwedana Xanesor e, girîngiya avakirina hêzên parastina jinê, li Kurdistan û Şengalê çîrokên jinên Êzidî, jineolojî, jinên ciwan, Zimanê Dayîkê, Cejna Xidir İlyas û rûpela zarokên Êzidxanê û hwd. 
 
Bi taybetî kovar di vê hejmarê de cih da nivîsa Sûham Şengalî ku behsa tekoşîna rojnamevan Nûjiyan Erhan dike ku di dema sala 2017 de di berxwedana Xanesorê de gihişt şahadetê.  
 
Nivîskarên beşa kurmancî ya vê hejmarê Gewrê Xelef, Berfê Êlyas, Destina Armanc, Viyan Hebabî, Nesrîn Amed, Sûham Şengalî, Suad Şengalî, Zinarîn Botan, Mizgîn Deraluk,  û Arîn Şengalî ne. 
 
Nivîskarên başa erebî jî Riham Hico û Suad Hiso ne. 
 
Nesrîn Amed di nivîsa xwe de behsa tekoşîn û jiyana Sakîne Cansiz(Sara) dike. Û balê dikşîne ser rêxistinbûna jinan.  
 
Di rûpela jinelojiyê de Tekoşîna Azadiyê ya hemû Jinên Cîhanê hatiye destgirtin. 
 
Berfê Êlyas di nivîsa xwe de behsa berxwedana Xanesor e ya ku li dijî xeta îxanetkara pêşketiye dike. Û dide diyar kirin ku jinên êzidî li pey şopa Nujiyan û Nazê yan îro xeta îxanetkaran vala derdixin.  
 
Di beşa çand û hunerê de jî Arîn Şengalî li ser Huner, Huner Çiye û rola sereke ya hunerê çiye nivîsandiye. 
 
Her wiha kovar ku di her hejmara xwe de dê cih bide jiyan, berxwedan û têkoşîna pekrawanên jin ên Şengalê, di vê beşa xwe de jî cih da berxwedana şehîd Nûjiyan Erhan û şehîd Nazê ku di berxwedana xanesorê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Ji hêla din ve xwînerên ku bixwazin kovarê li ser dîjîtal bixwînin dikarin li ser malpera Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) xwe bigihînin kovarê. 
 
Lînka malpera TAJÊ: