Greva Jinan a Swîsre: Jin bi tenê nînin

  • 16:36 22 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Greva Jinan a Swîsreyê li dijî tundî, şer, zext û zayendparêziya li Rojhilata Navîn, banga piştevaniyeke femînîst û enternasyonalîst kir.
 
Di daxuyaniya Greva Jinan a Swîsreyê de hate diyarkirin ku li Sûriyeyê Kurd, Elewî, Durzî, Xristiyan û pêkhateyên din bi zorê ji cihên xwe tên kirin û jin jî tên hedefgirtin.
 
Greva Jinan a Swîsreyê diyar kir ku peymanên 1’ê Nîsanê û 10’ê Adarê ji bo Sûriyeyek demokratîk hîna zemînekê derbasdar pêşkêş dike û bang li hemû aliyan kir ku xwedî li van peymanan derbikevin.
 
Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser têkoşîna azadiyê ya “Jin Jiyan Azadî” ya li Îranê.
 
Her wiha Leyla Qasim û Gerîla Amara yên di berxwedana Rojava de şehîd bûn û sembola berxwedana jinan a li Îranê Mehsa Jîna Emînî jî hatin bîranîn.
 
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû:
 
“Weke femînîstên enternasyonalîst em car din bang dikin: Jin li ti devera cîhanê bi tenê nînin.”