‘Heta jin azad nebe ne hiqûq adil dibe ne jî aştiya civakî pêkan e’
- 09:03 19 Çile 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Parêzera OHD’yî Ronahî Çîftçî da zanîn ku 11’emîn pakêta darazê di sûcên tundiyê yên li hember jinan de, tahliye û daxistina ceza pêk tîne û got: “Tundiya mêr û dewletê ji hev serbixwe nîne.”
11’emîn pakêta darazê ku ji meclîsê derbas bû, bi guherînên di rejîma înfazê de mêrên ji sûcên tundiyê yên li dijî jinan hatine girtin tahliye dike û ceza dadixîne. Ji ber vê jî bertekên li dijî pakêtê her diçin zêde dibin. Rêxistinên jinan û hiqûqnas diyar dikin ku li şûna mafê jiyanê ya jinan bê parastin polîtîka bêcezahiştinê giran dibe. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî der barê mijarê de axivî û da zanîn ku dewlet berpirsyariyên destûra bingehîn û navneteweyî yên parastina jinan de qels dike û tabloya derdikeve holê jî rîskên diafirîn rewa dikin.
‘Pakêt pêkanînan berfireh dike’
Ronahî Çîftçî da zanîn ku 11’emîn pakêta darazê ji aliyê desthilatdariyê ve wek sererastkirinek ku aştiyê xurt dike, rejîma înfazê hevseng dike û rehet dike hatiye pêşkêşkirin û got: “Lê di alî mafê jiyana jinan de ev pakêt berpirsyariya parastinê ya dewletê qels dike. Di alî jinan de rîskan zêde dike polîtîkaya bêcezahiştinê mayînde dike. 17’emîn xala destûra bingehîn ne tenê parastina mafê jiyanê dide dewletê, di heman demê de bi awayekî aktîf parastina mafê jiyanê dide. Bi 11’emîn pakêta darazê guherînên hatine kirin gumanbarên tundiyê, tên tahliyekirin. Pêkanînên daxistina înfazê û berdana bi kontrol hatiye berfirehkirin.”
‘Destkeftiyên jinan bê bandor tên hiştin’
Ronahî Çîftçî bi lêv kir ku di alî jiyana jinan de 11’emîn pakêta darazê pêşî li tundiyê nagire berovajî vê tundiyê diafirîne û çarçoveyek hiqûqî ya ku tundiyê rewa dike tê afirandin. Ronahî Çîftçî bi lêv kir ku dewlet ne parastina jiyana jinan, kontrolkirina li ser jiyana jinan esas digire û destkeftiyên jinan jî bi vê bê bandor tê hiştin.”
‘Tundiya mêr û dewletê ji hev serbixwe nîn e’
Ronahî Çîftçî di berdewamiyê de diyar kir ku paradîgma azadiya jinê ne tenê di asta mafê şexsî de di alî veguherina civakî de jî wek hêza damezrîner tê destgirtin û got: “Ji ber vê jî têkoşîna jinê pergala serdest a mêr raste rast lêpirsîn dike. Tundiya mêr û dewletê ji hev serbixwe nayê nirxandin. Heta jin azad nebin ne hiqûqek adîl ne jî aştiyeke civakî pêkan e.”
Ronahî Çîftçî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şoreşa li Rojava bi pêşengiya jinan hatiye avakirin referansek girîng pêşkêş dike. Pratîka Rojava ne tenê berxwedaneke herêmî ye. Modelek jiyanê ya alternatîf a şênber a li dijî her cureyê tundiya ku jinan hedef digire ye. Di vî alî de ez berxwedana li Rojava silav dikim.”







