Berdevka PYD’ê Sema Begdaş: Êrîşên li ser Helebê ne tesaduf bûn
- 09:50 19 Çile 2026
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Berdevka PYD’ê Sema Begdaş, li ser êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, "Bi hilweşîna rejîma Baasê re, hemû hêz dixwazin ji Sûriyeyê parek bistînin; êrîşên li ser Heleb, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê beşek ji vê komploya piralî ne."
Êrîşên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser herêmên Rêveberiya Xweser ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Derbarê vê mijarê de, Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) diyaloga xwe bi hêzên navneteweyî û her wiha Hikûmeta Demkî ya Şamê re didomîne. Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand ku ew gihîştine lihevkirinekê û dê hêzên xwe ji Dêra Zor û Reqqayê vekişînin da ku pêşî li gurbûna şer bigirin. Di vê navberê de, tê payîn ku Mezlûm Ebdî îro biçe Şamê ji bo ku bi El Colanî re hevdîtınê bike.
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş li ser mijarê nirxandin kir.
‘Komployek piralî hate kirin’
Sema Begdaş diyar kir ku Rojhilata Navîn guhertin û veguherînek mezin dijî û got, “Bûyerên ku piştî hilweşîna rejîma Baasê qewimîn destpêka vê yekê bûn. Hemû hêz dixwazin para xwe ji Sûriyeyê bigirin. Ji ber vê yekê civîn têne lidarxistin û tifaq têne çêkirin. Piştî her civînê rewş zelaltir dibe. Êrîşên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne nû ne. Her ku Tirkiye serdana Şamê dike, êrîş dest pê dikin. Êrîşên li ser Helebê wekî beşek ji komployek piralî hatin kirin. Hikûmeta heyî ya li Şamê ne ji bo diyalogê ne jî ji bo demokrasiyê amade ye.”
'Tişta ku qewimî Sûriyeyê ber bi şer ve dibe'
Sema Begdaş, diyar kir ku bi sedan sivîl hatine qetilkirin û got: "Tişta ku qewimî Sûriyeyê ber bi şer ve dibe. Tişta ku li her du taxan qewimî qetlîamek bû, lê li dijî wê berxwedan jî hebû. Îro, Kurdên li çaraliyê cîhanê li dijî bûyerên ku li her du taxan qewimîn bûne yek. Her şervanekî li wir rola xwe lîst û çalakvaniyek mezin nîşan da. Çeteyan bi xwe dîmen weşandin."
'Danûstandin berdewam dikin'
Sema Begtaş, êrîşên çeteyan ên li ser merasîmên cenazeyan bi bîr xist û got, "Wekî partiyek siyasî, me êrîş û sûcên şer ên hatine kirin belge kirine û ji rayedarên pêwendîdar re şandine. Îro, bawerî bi hikûmeta Şamê tune ye. Peymana ku di 1’ê Nîsanê de ji bo her du taxan hatibû kirin nehatiye pêkanîn. Ev yek ji bo hemû gelên Sûriyeyê rewşek xeternak diafirîne. Lêbelê, komîteya dîplomatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê danûstandinên xwe bi aliyên pêwîst re didomîne. Ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo Durzî û Elewiyan jî hewldanên pêwist tên kirin."
'Banga ji bo diyalogê hîn jî derbasdar e'
Sema Begdaş, diyar kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide ku pevçûnan bi dawî bike û got, "QSD di daxuyaniyên xwe de her tim girîngiyê dide diyalogê. Koalîsyonê bi xwe êrîşa çeteyan li Derhafirê dît. Hikûmeta Demkî ya Şamê di demekê de êrîşek da destpêkirin ku QSD vekişiyabû. Ev nîşan dide ku dewleta Tirk jî di vê yekê de para wê heye. Banga QSD’ê ya ji bo diyalogê hîn jî derbasdar e. Ew girîngiyê didin peymana 10’ê Adarê, lê hikûmet erka xwe pêk nayne. Êrîş bi giranî berdewam dikin.lê berxwedan jî dewam dike."
'Rûpoşa her kesî ket'
Sema Begdaş behsa yekîtîya gel li dijî êrîşan kir û got: "Me ev yek li Kobanî bi zelalî dît. Îro, her êrîşek li her deverek Kurdistanê dê bandorê li beşên din jî bike. Kurd li her çar parçeyan ger ku karibin yekîtîya xwe ava bikin, tu hêz nikare li hember wan bisekine. Gelê Kurd ji bo mirovahiyê têkoşîn da û berdewam dike. Banga me ji bo hemû partîyên Kurdistanê ev e: Werin em bibin yek û planên wan pûç bikin. Di êrîşên ku hatine kirin de, rûpoşa her kesî ket."







