Hediye Yusif: Em ê parastina xwe bikin
- 10:53 19 Çile 2026
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Endama Konseya Hevserokatiya PYD'ê Hediye Yusif li ser êrîşên çeteyên HTŞ'ê tekez kir ku êrîş xwedî karakterekî navneteweyî ne û got: "Em bang li tevahiya Kurdistanê û gelê Kurd dikin. Îro Rojava di bin gefek mezin de ye. Me çawa berê destkeftiyên xwe parastin, em ê dîsa wan biparêzin."
Êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam û çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê li dijî herêmên di bin Rêveberiya Xweser a Demokratîk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî ragihand ku ew li hev kirine û dê hêzên xwe ji Dêra Zor û Reqayê vekişînin da ku pêşî li gurrbûna şer bigirin. Di heman demê de, tê payîn ku Mezlûm Ebdî îro biçe Şamê da ku bi El-Colanî re bicive.
Endama Konseya Hevserokatiya PYD'ê Hediye Yusif li ser vê mijarê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
Têkoşîna 14 salan...
Hediye Yusif rêzgirtina xwe ji bo kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Êrîşên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin, niha li herêmên din jî berdewam dikin. Ev êrîş hem ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Şamê ve û hem jî ji aliyê hêzên têkildarî pirsgirêka Sûriyeyê ve hatin kirin. Rojava li dijî hemû rêxistinên terorîst şer kiriye. 13 salan kariye li herêmê aramiyê pêk bîne û xizmeta gel bike. Her kesî dîtiye ku pergalek ku dê ji bo cîhanê bibe mînak divê çawa be. Pergala ku li Rojava hatiye damezrandin, ew pergal e ku her kes xwe tê de dibîne. Êrîşa ku pêk hat êrîşek li dijî pergala damezrandî ye. Ev êrîş ji êrîşên Hikûmeta Demkî ya Şamê bêtir êrîşên DAIŞ'ê bûn. Berê, Durzî û Elewî dihatin qirkirin. Niha dixwazin Kurdan qir bikin. Dixwazin Kurdan ji nasnameya siyasî ya ku bi têkoşîna 14 salan bi dest xistine bêpar bikin."
'Êrîş li dijî destkeftiyên Kurdan û nasnameya siyasî ye'
Hediye Yusif destnîşan kir ku tê xwestin ku têgihîştineke yekreng were ferzkirin û wiha bi lêv kir: "Ew dixwazin avahiya demografîk biguherînin. Me ev di êrîşan de dît. Bi hezaran kes neçar man ku koçber bibin. Ew dixwazin vî şerî wekî di navbera Kurd û Ereban de nîşan bidin. Bi manîpulekirina Erebên neteweperest, ew hewl didin ku di navbera Kurd û Ereban de şerekî bidin destpêkirin. Wekî din, gelek Erebên ku li herêmê dijîn di van êrîşan de xiyanet li me kirine. Ji ber vê yekê, dema ku em destkeftiyên xwe diparêzin, em bi van pirsgirêkan re jî mijûl dibin. Em hewl didin ku aramiyê bînin herêmê. Me li dijî DAIŞ'ê şer kir; ew tên û gelê me dikujin. Em ne berxên qurbanî ne, em ê xwe biparêzin. Ji sala 2012'yan vir ve em her sal di şer re derbas dibin. Êrîş li dijî Kurdan, destkeftiyên Kurdan û nasnameya siyasî ne."
'Ev komployek navneteweyî ye'
Hediye Yusif, diyar kir ku divê her kes li dijî êrîşan rabe ser piyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê yekê me seferberî îlan kiriye. Piştgiriya ji bo Rojava piştgiriya mirovahiyê ye. Em bang li tevahiya Kurdistanê û gelê Kurd dikin. Îro Rojava di bin gefek mezin de ye. Me çawa berê destkeftiyên xwe parastin, em ê dîsa wan biparêzin. Çawa ku li Kobanî hevgirtin hebû, em ê vê carê jî bi heman yekîtîyê van destkeftiyan biparêzin. Em ê li dijî despotîzm û otorîterîzmê şer bikin. Ev komployek navneteweyî ye."







