‘Bêdengiya li dijî êrîşan hevkariya sûc e’
- 09:02 19 Çile 2026
- Rojane
Şehrîban Aslan-Nazlican Nûjîn Yildiz
AMED - Şîlan Barut Dalgin balkişand ser êrîşên çeteyan a li Helebê û wiha got: “Li dijî komkujiyên li hember Kurdan bêdengî hevkariya sûc e. Li cihê ku jin û zarok hedef bên girtin bêalîbûn tuneye.”
Çeteyên HTŞ’ê di 6’ê Çileyê de li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êrîş dan destpêkirin. Di êrîşan de bi dehan kes hatin qetilkirin bi sedan kes birîndar bûn û gelek sivîl hatin revandin. Li gorî Ofîsa Kordînasyona Karê Mirovan (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di êrîşên HTŞ’ê yên li hember Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de herî kêm 120 hezar kes ji cihê xwe bûne û li gorî rêxistinên mafê mirovan ji 500’î zêdetir kes winda ne.
Sekreterya Yekîtiya Jinên Kurd Şîlan Barut Dalgin der barê mijarê de axivî û da zanîn ku bi taybet jin û zarok hedef tên girtin.
‘Armanc şikandina îradeya jinê ye’
Şîlan Barut bi lêv kir ku êrîş di bin navê pevçûnan de tê destgirtin û wiha vegot: “Em dikarin di vir de behsa tundiyeke sîstematîk a der barê tasfiyekirina jiyana civakî ya bi pêşengiya jinan hatiye avakirin bikin. Hedefgirtina nexweşxaneyê, rakirina ji holê a derfetan. Hedefgirtina jin û zarokan. Em jin vê polîtîkaya şer red dikin û ev tê wateya polîtîka û pergala polîtîkaya şer. Êrîş ne leşkerî ne îdeolojîk in. Dixwazin îradeya jinê tune bikin.”
‘Peyman bi zanebûn ji dewrê tên derxistin’
Şîlan Barut balkişand ser mutabakata 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê û got astengkirina van peymanan bi hincetên teknîkî û ewlehiyê nikarin bên vegotin û wiha domand: “Divê ev mutabakat bibûna zemîna çareseriya civakî û herêmî ya ne navendî ya dewletê. Dema ev zemîn li ser protokola înkar û şer xwe bidomîne nayê qebûlkirin. Mutabakatên 1’ê Nîsan û 10’ê Adarê jiyanek bi hev re, lihevkirin û îradeya civakî esas digire. Lê peyman bi zanebûn ji dewrê tê derxistin.”
‘Tundiya li ser jinan ne tesaduf e’
Şîlan Barut da zanîn tundiya li ser jinan bi nefreta şexsî an jî hêrsa bê kontrol nikare bê vegotin û wiha domand: “Di vir de ya esas stratejiya zîhniya şer a serdest ya mêr e. Jin hedef tên girtin. Ji ber jin li dijî zîhniyeta mêr desthilatdariyê jiyanek nû temsîl dikin. Hebûna jinan ji bo zîhniyeta mêr tehdîd e. Ji ber vê jî em dikarin bêjin ku êrîşa li ser jinan ne tesaduf e, plankirî û îdeolojîk e.”
‘Sûcê li dijî mirovahiyê’
Şîlan Barut destnîşan kir ku sûcên li dijî jinan tên kirin di sûcên zayendî de ye û wiha vegot: “Divê ev di hiqûqa navneteweyî de tenê di bin windahiyeke sivîl de neyê destgirtin. Şerê li ser bedena jinê, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li her çar parçeyê Kurdistanê li hember jinan êrîş hene. Bedelên mezin jin û zarok didin. Li ku derê dibe bila bibe bedela şer jin û zarok didin. Ji ber vê jî dengê tê bilindkirin ne tenê îtîrazek e. Parastina jiyana civakî ya navendî ya jinê ye.”
Dest ji bêdengiyê berdin
Şîlan Barut di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Ev bêdengiya rayagiştî bi hevsengiya dîplomatîk an jî bi helweta bêalîbûnê nikare bê vegotin. Bêdengî li ser berjewendiyan, tercîheke bi zanebûn a pergala navneteweyî ye. Dema mijar dibe Kurd her kes bêdeng dimîne. Divê li dijî vê komkujiyê tu kes bêdeng nemîne. Ev berjewendî ji jiyana jin û zarokan ne bi nirxtir e. Bi taybet têkoşîna azadiya jinên Kurd ji bo pergala serdest a mêr xetere tê dîtin. Ji ber vê jî hewl didin serê van sûcan veşêrin. Banga me ya li rayagiştî zelal e. Dest ji vê bêdengiyê berdin. Bi peyamên şermezarkirinê ji berpirsyariyan nerevin. Mekanîzmayên hiqûqî û siyasî bikin dewrê. Em wek jinên Kurd vê bêdengiyê qebûl nakin.”







