11’emîn Pakêta Darazê: Gumanbar tên berdan jin di xetereyê de ne
- 09:02 18 Çile 2026
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL- Derya Aslan da zanîn ku 11’emîn Pakêta Darazê peyama ‘hûn ji bo me ne di plana ewil de ne’ dide jinan. Derya Aslan diyar kir ku çawa gumanbar ji girtîgehan derdikevin tundiyê li jinan dikin û wiha got: “Ev pakêt gumanbarên tundiyê berdide û jin bê parastin tên hiştin.”
Sererastkirina ku guherînên pergala înfaza ceza dihewîne û li Meclîsê hat qebûlkirin wek ‘11’emîn pakta darazê’ tê binavkirin. Pakêta Darazê krîzeke nû ya ewlehî derxist û mafê jiyanê yê jinan binpê kir. Bi pakêtê re kujer, kiryarên tundiyê û destdirêjiyê serbest hatin berdan. Pakêt di alî jinan de krîza ewlehî û jiyanê jî girantir dike.
Endama Komeleya Dema Jinan Derya Aslan der barê 11’emîn pakêta darazê û êrîşên li hember jinan de axivî.
11’emîn pakêta darazê
Derya Aslan daxuyakirin ku bi 11’emîn pakêta darazê peyama ‘em jinan naparêzin’ didin hemû saziyên jinan û got ev mekanîzmayeke ku ewlehiya jinan dike xetereyê û mafê parastina jinan binpê dike ye. Derya Aslan wiha bi lêv kir: “Gumanbar bi 11’emîn pakêta darazê re hatin berdan û çawa hatin berdan jin qetil kirin. Gumanbarên tên berdan destdirêjiyê li jinan dikin. Gumanbarên hatin berdan tundî afirandin. Ya herî dawî li Amedê hat jiyîn. Gumanbarê ji girtîghê derket çû jin qetil kir.”
Kêmasiyên di sererastkirinên qanûnî de
Derya Aslan bal kişnd ser pêknehatina qanûna 6284 û feshkirina Peymana Stenbolê û bi lêv kir k jin ji tu xal an jî qanûna ku ewlehiya jinan diparêze fêdeyê nagirin. Derya Aslan wihadirêjî dayê: “Li Tirkiyeyê jin li tu derê li malê, kargeriyê , kolanê li ber darazê ne di ewlehiyê dene. Em li welatekî ku tundî tê afirandin dijîn. Rastiyek civakî ya wisa heye. Li cihekî ku jin û zarok di bin qirkirin û tundiyê de ye, mixabin her roj jin li dijî encamên pakêtên darazê têdikoşin. Ji ber vê jî li dijî pakêtên darazê dengê xwe bilnd bikin.”
Bandora darazê ya li ser jinan
Derya Aslan destnîşan kir ku bi sererastkirinên dikin jiyanê de qadên bi ewle ji bo jinan nayên afirandin û gumanbar di civakê de her tim tundiyê diafirînin. Derya Aslan nirxandina xwe wiha berdewwam kir: “Polîtîkaya ewlehiyê nayê afirandin. Pergala darazê nêzîkatiyeke ewlehiyê ya li alî jinan danayne holê. Di pêvajoyê de vê dibînin. Dema pakêtên darazên nîqaşkirin rêxistinên jinan, aktîvîstên mafê mirovan tevli pêvajoyê nayên kirin. Di serî de 11’emîn pakêta darazê li pişt deriyan hat amadekirin. Ev jî di her alî de tabloyek bi pirsgirêke. Gumanbarên tên berdan sûcên xwe didomînin. Ev peyamek aşkera dide gumanbaran. Ev peyam tê dayîn ‘ez dikarim tundiyê li jinan bikim, jinan qetil bikim.’Ji ber dizane ku dewlet li pişta wane. Çavkaniya pirsgirêkê mekanîzmayeke bêcezahiştinê heye. Çavkaniya pirsgirêkan sererastkirin û pêkhatine.”
Banga têkoşînê
Derya Aslan di dawiyê de wiha vegot: “Tevî hemû kêmasî û negirtina tedbîran têkoşîna jinan didome. Têkoşîna jinê demdirêje û dîrokiye. Wek cîhanê li Tirkiyeyê jî ev wisa ye. Rejîmên dijdemokratîk her timhebûn û wê roja me ya îro de jî hebin. Ji ber vê jî divê em têkoşîna xwe he rtim bidomînin.”







