Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • 09:43 18 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 151'emîn a Kovara Jinê bi sernavê "Qanûna Sîstemeke ku ji hêla Mêran ve Serdest e" hate weşandin.
 
Hejmara 151'emîn a Kovara Jinê bi sernavê "Qanûna Sîstemeke ku ji hêla Mêran ve Serdest e" hate weşandin.
 
 Di vê hejmarê de jinan bal birine ser mijara pakêtên darazê, zagonan û têkoşîna jinan a li dijî vê yekê. 
 
Sernavên hejmara nû wiha ne:
 
*Di pergala hiqûqa serdest a mêr de gotina "destkeftî" û rastiya jinan / Meral Daniş Beştaş
 
*Hiqûqa ji bo jinan pêk nayê civakê tune dike / Dîlan Kunt Ayan
 
*Zagon çima tên çêkirin ? / Adalet Kaya
 
*Polîtîkayên înfazê û pirsgirêka bêcezatiyê ya tundiya li ser jinan a kûr dibe  / Fatma Hopikoglu
 
*Berxwedan û bîr: Dîroka jinan a ku nayê bêdengkirin/Hatice Oncu
 
*Honaka dayiktiyê : Avakirineke civakî ya ji biyolojiyê wêdetir  / Gulay Tekin