Endama Çep a Almanyayê: Sosyalîzma sedsala 21’ê wê ji civakê biafire

  • 09:03 12 Kanûn 2025
  • Rojane
Melek Avci
 
STENBOL - Ji Partiya Çep a Almamyayê Desîree Becker balkişand ser sedemên ku neavakirina civaka demokratîk a çepan û  wiha got: “Ji ber sosyalîzm mantiqa navendî netew dewletê û hiyerarşîk esas digire, karekterê xwe yê veguhezkar û demokratîk winda dike. Di sedsala 21’ê de sosyalîzm wê ji jêr ve bê avakirin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya Pêvajoya Civaka Demokratîk de li Stenbolê li Navenda Çanda Cem Karaca ya Bakirkoyê di 6-7’ê Kanûnê de ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ pêk anî.
 
Ji Baks, Îtalya, Başûrê Afrîkayê, Katalonyayê û gelek deverên cîhanê tecrube hatin ragihandin û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Metna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Veysî Aktaş ê demek berê ji Îmraliyê  tahliye bibû, xwend.
 
Ji Partiya Çep a Almanyayê siyasetmedar Desîree Becker ku yek ji delegeyên konferansê bû, li ser rexneya çep û sosyalîmzê ji ajansa me re axivî.
 
‘Nakokiyan nêzîkatiya çep parçe kir’
 
Desîree Becker balkişan ser nêzîkatiya çep a li dijî mijarên neteweyî û parçebûna nêzîkatiya wan wiha vegot: “Piştî salên 90’î  beşek çepgiran bi aliyên netew-dewletê baweriya xwe domand. Çepan tu carê aloziyên navbera xwe de çareser nekir. Ev nakokiyên nehatin çareserkirin bi salane nêzîkatiya çep parçe kir.”
 
‘Divê aliyê çep bi vê paradîgmayê re ji kûrahî eleqeder bibe’
 
Desîree Becker balkişand ser paradîgmaya ‘civaka demokratîk’ a tevgera Kurd û ev tişt anî ziman: “Li gorî min paradîgma baş nehatiye fêmkirin. Beşek mezin a çep ya cîhan û Ewropayê, têkoşînên siyasî hîna bi çavê netewdewleta klasîk analîz dike. Tevgera Kurd modelek pir cuda pêşkêş dike. Divê aliyên çep wek çavkaniya nûbûna demokatîk bi vê paradîgmayê re ji kûrahî eleqeder bibe.”
 
‘Peyama Abdullah Ocalan girîng e’
 
Desîree Becker li ser peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a şandiye konferansê jî nirxandin kir û wiha bi lêv kir: “Di peyamê de digot ‘sosyalîzma netew dewletê rê li ber têkçûnê vedike’. Komên sosyalîst di têkçûna sosyalîzmê de rolek esas lîstin. Ji ber sosyalîzm mantika navendî netew dewletê û hiyerarşîk esas digire, karekterê xwe yê veguhezkar û demokratîk winda dike. Di sedsala 21’ê de sosyalîzm wê ji jêr ve bê avakirin. Çepgir pir caran ji guhertina têkiliyên xwê yên bi desthilatdariyê re wêdetir polîtîkaya hikûmetê esas digire. Hewcedariya me bi teşeyek fikr-nêrîn û nêzîkatiyeke îdeolojîk a xurt a ku gel esas digire civakê esas digire heye. Ev nîqaş girîng in. Divê kûr bin, veguhezkar bin û bi îdia bin.”
 
Desîrre Becker di berdewamiya axaftina xwe de  balkişand ser gotinên Abdullah Ocalan ên di peyamê de û wiha dirêjî dayê: “Li herêmên wek Rojhilata Navîn zexta etnîk, baviksalarî, hiyerarşiyên olî û mîrateya binpêker bi awayê ku danakeve têkiliyê çîna civakî teşe dibin. Nêrîna tenê bala xwe dide çînî, dînamîkên esas ên berxwedanê û desthilatdariyê nabîne.”
 
Desîrre Becker wiha dawî li axaftina xwe anî: “Muzakereya demokratîk ne tawîz e. Riyeke hevdem ya diçe sosyalîzmê ye. Tevgera Kurd bi me bi bîr dixe ku heta jin azad nebe azadiya civakê jî ne pêkan e .Divê femînîzm ne  esasa duyemîn a yekemîn be. Di sedasla 21’ê de sosyalîzm ne ji jor ve wê ji jêr ve bê avakirin. Divê ev pêk bê.”