Li Hezexê hevdîtina bi gel re

  • 11:42 12 Kanûn 2025
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê derbarê pêvajoyê de civîna gel hate lidarxistin û di civînê de hat diyarkirin ku ev civînên gel bi daxwaza Abdullah Ocalan tên lidarxistin û Ocalan dixwaze li gel guhdarî bike.
 
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi beşdariya Veysî Aktaş ê ku 10 salan bi Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê maye, parêzerê Ocalan, Mazlûm Dînç, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û bi sedan welatiyan “Civîna Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Civîn li avahiya DEM Partiyê ya Hezexê pêk hat û civînê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dirûşmeyhên, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
 
‘Armanca Serokatiyî demokrattîkirina civakê ye’
 
Di civînê de destpêkê Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk got ku ew ji bo tevlikirina gel a pêvajoyê civînan li dar dixin û wiha got: “Armanca civînan ew e ku pêvajoyê bi gel re were meşandin. Di vê pêvajoyê de çi kêm e, divê çi were kirin ji bo vê yekê em bi were ne. Her kes pêvajoyê ji nêz ve dişopîne. Rast e ser muzakerevan Serok Apo ye lê di navê pêvajoyê de jî heye civaka demokratîk. Ji ber wê yekê divê em civaka demokratîk ava bikin û têxin nava pêvajoyê, armanca Serokatiyê ev e. Heya em têkiliyên xwe bi hemû aliyên gel re nedanin û civakek rêxistinkirî ava nekin em nikarin civaka demokratîk jî ava bikin. Avakirina civaka demokratîk her wiha ji nava malbatê destpê dike. Divê destpêkê aştiya di navbera jin û mêr pêk were û bi vê yekê em dikarin bibin hevrêyên Rêber Apo. Heya ku serdestiya mêran bidome ev çareserî nagihîje encamekê. Divê teqez wekheviya jin û mêran were sazkirin.”
 
‘Divê em xwe bi rêxistin bikin’
 
Gulistan Sonuk di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser encamên civînan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo gelê Kurd a herî girîng ew e ku di vê pêvajoyê de xwe rêxistin bike. Divê rêxistibûna xwe em pêk bînin û bikaribin xwe bi rê ve bibin. Erka me hemûyan a sereke ew e ku em xwe li gor ruhê pêvajoyê veguherînin. Ev civîn bi daxwaza Serokatiyê pêk tên û Serokatî dixwaze gel guhdar bike. Em ê hemû girtekên van civînan komî ser hev bikin û ji Rêber Apo re ragihînin.”
 
Piştî axaftina Gulistan Sonuk civîn bi nirxandinên Veysî Aktaş, Mazlûm Dînç û gel ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.