Xwişka Rûşen û Atakan Mahîr: Em aştiyê dixwazin

  • 09:06 12 Kanûn 2025
  • Rojane
RIHA - Xwişka Rûşen û Atakan Mahîr yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hatîce Çoban balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Em surgun bûn, me şehîd dan. Em aştiyê dixwazin. Bi salan e em ji bo aştiyê bedelên giran didin.”
 
Di navbgera 9-25’ê Kanûna 1978’an de li Mereşê li hember Kurdên Elewî komkujî pêk hat û li gorî daneyên fermî 105, li gorî şahidan jî bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran birîndar bûne; bi sedan xanî û kargerî hatine talankirin. Bi sedhezaran malbat ji axa xwe  bûn û koçî metropolan kirin. Pêvajoya komkujî pêk hat, PKK’ê damezrandina xwe îlan kiribû.
 
Sultan Çoban(Rûşen) li gundê Akdîl ê navçeya Elbîstan a Mereşê yek ji 8 zarokên malbatekê hat dinê. Sultan Çoban şahidiya komkujiyê kiribû û piştî bar dikin Îzmîrê jî bi nakokiya pergalê re tê rû hev. Sultan Çoban di 1986’an de tevli PKK’ê dibe di 28’ê Gulana 1988’an de jiyana xwe ji dest dide. Birayê wê Îbrahîm Çoban (Atakan Mahîr) di 1993’yan de tevli PKK’ê  dibe. Akan Mahîr ku endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Leşkerî ya HPG’ê bû di 11’ê Tebaxa 2018’an de di êrîşa hewayî de  li Dêrsîmê jiyana xwe ji dest da.
 
Xwişka Sultan Çoban (Rûşen) û Îbrahîm Çoban (Atakan Mahîr) Hatîce Çoban der barê xwişka xwe û tevlibûna wê ya PKK’ê de axivî.
 
Nakokî û nîqaşên jiya
 
Hatîce Çoban balkişand ser nîjadperetiya ku malbata wê jiyaye û wiha got: “Xwendekarên ji Kurdistanê dihatin zanîngehê zor û zehmetiyên mezin dikişandin. Cuda hatin dîtin. Rastî newekheviyê dihatin. Min li ku derê çi bijiya dihat ji xwişka xwe re digot. Rûşen xwedî hişmendî bû. Me li ser zextên li ser Kurdan sohbet dikir.”
 
‘Atakan ji têkoşîna wê bandor bû’
 
Hatîce Çoban ev tişt anî ziman: “Atakan jî ji Rûşenê bandor bû. Atakan di arşîva xwe de gotibû ; ‘Xwişka min beriya min ev bar hilgirtibû lê gihişt şehadetê. Lê bi barê wê re ez barê xwe jî hildigirim.’ Atakan ji têkoşîna Rûşenê gelek bandor bû. Me wek malbat nizanibû ev kar kûr e. Me kûrahiya parvekirinên wan ji rayagiştî fêm kir.”
 
‘Rûşen şehîda Kurdistanê ye’
 
Hatîce Çoban pêvajoya ku Rûşenê jiyana xwe ji dest daye bibîr xist û got: “Malbata min pir xurt bû. Dema leşker hatin mala me gotin ‘me keça te kuşt, em ê kurê te jî bikujin’. Dema me agahiya şehadeta xwişka min girt me got em ê çawa ji dayika min re bêjin. Lê me îradeyek pir xurt dît. Dayika min jinek pir xurt û berxwedêr bû. Dema me agahî da wiha got ‘Keça min şehîda Kurdistanê ye ez bi keça xwe serbilind im.’ Rûşenê bandorek mezin li ser me kir. Min ew ji gelek hevalên wê guhdar kir. Ez fêr bûm ku wê şopên gelek girîng hiştiye.”
 
Hatîce Çoban wiha dawî lê anî: “Em bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk bawer in. Em Kurd aştiyê tînin ziman. Ev ne tenê di gotinê de em bi qasî ku bedena xwe bikin bin kevir vê diparêzin. Em surgun bûn, me şehîd dan. Em aştiyê dixwazin. Bi salan e em ji bo aştiyê bedelên giran didin.”