Li Parîsê li dijî tundiya li ser jinê pêşangeh hat vekirin
- 20:06 19 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên TJK-F’ê li bi wesîleya 25ˊê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Cîhanê, li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê pêşangeh vekirin.
Li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê çalakvanên TJK-F’ê ve bi wesîleya 25ˊê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Cîhanê, li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêşangeh hat vekirin.
Tê armanckirin ku pêşangehê balê bikşîne ser tundiya li ser jinê û rêxistinbûna jinên li Rojava ya bi berxwedana jinana a Rojava re. Pêşangeh wê heta 25’ê Mijdarê dewam bike.
Çalakvanên TJK-F’ê wê di 22’ê Mijdarê de jî li qada Place De La République ya Parîsê li dijî tundiya li ser jinê çalakiyek li dar bixe. Çalakî wê di saet 14:00’an de destpê bike.







