Koordinasyona DEM Partiyê bi rojeva Îmraliyê civiya
- 20:32 19 Mijdar 2025
- Ramyarî
ENQERE - Koordinasyona DEM Partî ku pêvajoyê dişopînê li meclisê bi hevserokên giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re civiyan.
Endamên kordînasyonê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî avabûna Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Milli weke beşek ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate damezrandin derbarê pêvajoyê de li meclîsê civiya. Koordînasyon beriya civîna komîsyonê ku roja înê wê bicivêe û çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş bike bi hevserokên giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civiyan.
Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partî Mithat Sancar, Serokwekîlên Koma Meclîsê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezai Temelli, siyasetmedar Gulten Kişanak û gelek endamên din ên rêveberiyên partiyê beşdarî civîna kordînasyonê bûn.







