Çûn serdana berxwedêrên karkerên Îzmîrê

  • 16:41 14 Mijdar 2025
  • Ked/Aborî
 
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê serdana jinên ku li kargehên Temel Conta û Digel Tekstilê yên li Îzmîrê ji ber sendîkayîbûnê ji kar hatibûn derxistin, li ber xwe didan kir. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di dema serdanê de axivî û got: "Kes nikare bibe karkerê we yê maqûl û ne jî mecbûr e ku tevlî sendîkayên we yên maqûl bibe."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi beşdariya Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û Parlamentera Îzmîrê Burcugul Çubuk, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan a Navneteweyî de rêze serdanan kirin. Jinan pêşî serdana malbata Deniz Poyraz kirin û dû re jî serdana karkerên jin ên ku di berxwedana Digel Tekstil û Temel Conta de cih digirin kirin.
 
Di serdana berxwedana karkeran de Halîde Turkoglu axivî û got: "Kes nikare bibe karkerê te yê maqûl û kes ne mecbûr e ku tevlî sendîkaya te ya maqûl bibe. Dema ku em îro behsa sendîkayê dikin, mebesta me parastina mafên karker û nan e. Ev têkoşîn ne tenê ji bo hevkarên me yên li vir e; ew gavek ber bi demokratîkbûnê ve ye hem di aboriyê de û hem jî di siyasetê de."
 
Berxwedêr Rumeysa Kîşî jî di serdanê de axivî û got: "Me her cûre tacîz û tecawiza li hemberî jinan dîtiye. Divê em sendîkayê ava bikin. Bûyerên weha ne tenê li Digel, lê di kargehên din de jî diqewimin. Ez vê têkoşînê pir bi rûmet dibînim û em dixwazin ji berxwedana xwe bi ser bikevin."
 
Dûre serdana karkerên ku li dijî Temel Contayê li berxwe didin hat ziyaretkirin û li vir jî peyama piştevaniya berxwedanê hat dayîn. 
 
Serdan piştî  axaftinan bi dawî bû.