
Li Qoserê şewat: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
- 20:28 10 Cotmeh 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Qoser a Mêrdînê di şewata derket de zarokekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê giran 10 kes birîndar bûn.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê li taxa Sanayî di saetên êvarê de di avahiya sê katî de di katê binî de şewat derket. Di mala ku çend malbat tê de dijiyan, hat hînbûn ku dema zarok bi lîstikê lîstiye şewat derketiye û demek kurt de li avahiyê belav bûye.
Piştî keên malbatê bûyer ferq kirin dîtin ku odeya ku 7 zarok têde ne di bin dumanê de maye. Bi alîkariya kesên derdorê zarok ji odeyê hatin derxistin û agahî dan ekîbên îtfayê.
Ekîbên hatin cihê bûyerê mudaxaleyê şewatê kirin û vemirandin. Di şewatê de 7 zarok û çar kesên din ji dumanê bandor bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Zarokê bi navê Bekîr Ç. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku 2 zarokên din rewşa wan girane û hatine entubekirin. Birîndarên din jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Der barê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin.