Kombûna Jinan a Zenûbiya: Divê azadiya Abdullah Ocalan pêk bê

  • 20:24 9 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê bi boneya salvegera 27ˊemîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza azadiya fîzîkî ya kir û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe heta pêkanîna daxwazên xwe bidomînin.
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 27ˊemîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.
 
Endama meclisê Sena El Remedan li pêş avahiya Desteya Jinan a li herêma Meamil bi tevlêbûna nûnerên jinan ên ji komîte, saziyên sivîl û leşkerî û hejmarek ji çalakgerên siyasî û hiqûqnas ên kantonê, daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sembola hêvî û hezkirina jiyanê ye û hat diyarkirin ku li dijî Abdullah Ocalan siyasetên navneteweyî li gorî berjewendiyan didomin.Meclisê destnîşan kir ku fikra Abdullah Ocalan ne li gorî pragmatiya siyaseta navneteweyî ye.
 
Di dawiyê de Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya daxwaz kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pabendbûna bi banga aştiyê zextê li desthilatên Tirkiyeyê bikin, ji ber ku komploya navneteweyî bi hemû şêweyên wê didome.