Meşvanên azadiyê:Muxatab Îmraliye
- 18:04 8 Cotmeh 2025
- Rojane
WAN - Meşvanên azadiyê ku 1'ê mehê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn, vegeriyan Wanê. Meşvan, ji aliyê jinan ve bi kûlîlk û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.
Meşa TJA'yê ya bi dirûşmeya “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1'ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest pê kiribû, duh bi dawî bû. Aktivîstên TJA'yê îro gihîştin Wanê. Rêveberên rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Wanê û Dayikên Aştiyê, meşvanan li avahiya DEM Partiyê bi kûlîlk û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” pêşwazî kirin.
Meşvanan li nav baxçeyê DEM Partiyê têkildarî meşa xwe daxuyaniyek dan û bal kişandin ser armanca meşa xwe.
Di daxuyaniyê de hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt ku ew jî meşvaneke azadiyê bû, axivî û da zanin ku meşa wan meşa azadiyê ya jin, civak û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Gulşen Kurt diyar kir ku ew li hemû bajarên çûyînê bi coş hatine pêşwazîkirin û got: “Me dît ku daxwaziya gel jî di serî de azadiyê Birêz Ocalan e. Piştî banga 27ê Sibatê gelê Kurd gavên dîrokî avêtin û divê komîsyona di meclîsê de hatiye avakirin jî daxwazên gelê Kurd bi cih bîne. Daxwaza gelê Kurd jî azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Heke Birêz Ocalan azad be, wê gelê Kurd jî taybetî jin, civan, civak tevahî azad be. Armanca vê meşa me jî ev yek bû. Me li ser navê TJAyê raporek da meclîsê ku ev rapora me teslîmî komîsyonê bê kirin. Lewma meşa me dîrokî û biqîmet e û di Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn de jî deng veda. Her wiha em ji bo peyamê jî spasiya Birêz Ocalan dikin. Ev meş ne ya dawiyê ye, em ê tim û tim ji bo azadiya birêz Ocalan di çalakiyan de bin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.