Li Îzmîrê pêşkonferansa Dayikên Aştiyê
- 14:40 25 Îlon 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê Dayikên Aştiyê pêşkonferansa xwe li dar xist.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê di çarçoveya banga "Aştî û Civaka Demokratîk" de pêşkonferansek li dar xist. Konferansa dayikan li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê pêk hat. Di salona konferansê de pankarta “Ji bo civakeke demokratîk ji rebertî re azadî” û “Ji bo dayikan diyariya herî mezin aştî ye” hat daliqandin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî konferansê bûn.
Beriya konferans dest pê bike dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê konferans bi sînevîzyona ku xebatên Dayikên Aştiyê vedibêje hat nîşandin.
Pêşkonferansa Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê ji çapemeniyê re berdewam kir.