
Rojnews û ANHA servîsên xwe yên Tirkî digirin
- 15:17 25 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji nûnerên girîng ên çapemeniya Kurd ajansên Rojnews û ANHA'yê ragihandin ku piştî 30'ê Îlona 2025'an wê dawî li weşana xwe ya bi Tirkî bînin.
Ajansên Rojnews û Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihandin ku piştî 30'ê Îlona 2025'an wê dawî li weşana xwe ya bi Tirkî bînin.
Rojnewsê 1'ê Cotmeha 2014'an bi dirûşma "Eşkerekirina rastiyan wezîfeya me ye" dest bi weşanê kir û li gel zaravayên Soranî û Kurmancî yên Kurdî bi Tirkî û Erebî bûyerên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji raya giştî re ragihand.
Ajansê ku bi servîsa Tirkî bûyerên li Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê gihand bi milyonan xwendevanan, diyar kir ku ji niha û pê ve wê giraniyê bide ser zimanên herêmê.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) jî 1'ê Adara 2013'yan dest bi weşanê kir, bi taybetî bûyerên li Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Rojhilata Navîn bi rêya servîsa Tirkî jî radigihand. Ajansê diyar kir ku heta niha ji bo xwendevanên xwe yên bi Tirkî bû referans û diyar kir ku wê weşana xwe êdî bi giranî bi zimanên herêmê dewam bike.
Herdu ajansan spasiya xwendevanên xwe yên Tirkî kir ku heta niha eleqe nîşanî wan dan.