Rojnamevan Jina Modarres Gorji hate berdan

  • 18:07 22 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafên jinan û rojnamevan Jina Modarres Gorji ji Girtîgeha Sine hat berdan.
 
Jina Modarres Gorji ya çalakvana mafên jinan û rojnamevan e ji Girtîgeha Sine hat berdan. Rojnamevan Jina Modarres Gorji di destpêkê de ji aliyê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi 21 sal cezayê girtîgehê û sirgûnkirina Hemedanê hat cezakirin.
 
Ji aliyê din ve, tê zanîn ku Jina Modarres Gorji di salên borî de gelek caran hatiye girtin û rastî pêvajoyên dadwerî hatiye.