Sûr-Fest bi bernameyên rengîn bidawî bû
- 20:48 21 Îlon 2025
- Çand û Huner
AMED – KASES’ê îsal ji bo jin û zarokan di çarçoveya Brenameya Piştgiriya Çand û Hunerê de Sûr-Fest pêk anî. Sûr-Fest di roja dawî de bi coş û dîmenên rengîn bidawî bû.
Sûr-Fest ya ku ji aliyê Komeleya Çand, HUner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ve hat organîzekirin û Bernameya Piştgiriya Çand û Hunerê (Culture CIVIC) û Şaredariyê Sûrê piştgiriyê dayê di roja dawî de bi bernameyên cuda berdewam kir. Bernameya ku li gundê Çarkirli pêk hat gelek jin û zarok tevli bûn.
Di roja dawî ya mîhrîcanê de ji bo zarokan lîstik, ji bo jinan jî atolye pêk hatin. Jin û zarokan eleqeyek mezin nîşan dan û dîmenên rengîn derketin holê.
Her wiha ji bo zarokan şano û fîlm hat nîşandan û ji bo jinan jî konser hat dayîn. Mîhrîcan bi gerandina govendê bidawî bû.