'Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan zirarê didin pêvajoyê'

  • 09:05 17 Îlon 2025
  • Rojane
ANTALYA - Ezgî Akti da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçin giran dibin û got ku desthilatdarî îradeya çareseriyê bi nêzîkatiya li hember girtiyên siyasî dikare dayne holê.
 
Li girtîghên Tîpa S ya Manavgat û Tîpa L ya alanyayê binpêkirinên mafan ên dijmirovî yên li hember girtiyan didomin. Tahlyekirina girtiyên jin bi biryarên Lijneyaên Îdarî û Şopandinê (ÎGK) tên astengkirin û sewqa girtiyên nexweş nayê kirin an jî di sewqkirinê de kelepçe tê ferzkirin.
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ezgî Akti der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên  Antalyayê de axivî.
 
'Dermankirin û tahliyekirin tên astengkirin'
 
Ezgî Akti da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi awayekî sîstematîk tên meşandin û got: “Xwegîhandina mafê tenduristî, hîjyenê, pêkanînên tecrîdê, dirêjkirina înfazan. Rewşa girtiyên nexweş pir girane. Li girtîgeha Tîpa S a Manavgatê girtiya bi navê Neslîhan Çetîn divê bi rêk û pêk biçe fîzoterapiyê.  Lê girtîgeh sewqa wê asteng dike heta nake. Dema bibin jî cot kelepçeyê ferz dikin. Ev jî mafê dermankirinê binpê dike û rumeta mirovan dişkîne. Tuba Sert girtiya muebeta giran e. Li girtîgeha Tîpa S ya Manavgatê dimîne. Di şertên tecdîdê de tê hiştin. Laleş Çelîket 28 sal e girtî ye. Dosya wê sê caran hatiye xerakirin lê hîna girtî tê hiştin. Ev li dijî mafê darizandina adîlane ya peymanên navneteweyî ye.”
 
‘Tahliyekirina girtiyan tê astengkirin’
 
Ezgî Akti wiha domand: “Girtî Zozan Cimo li girtîgeha Tîpa L ya  Antalyayê dimîne. Ji aliyê lijneyê ve tahliyeya wê tê astengkirin. Hatîce Çakmak jî li heman girtîgehê ye. Bi hinceta cezayên dîsîplînê tahliyeya wê jî tê astengkirin. Girtî Nurjen Tekîn jî li girtîgeha Tîpa S ya Manavgatê dimîne. Tahliyeya wê jî sê mehan hat dirêjkirin. Li girtîgehan pirsgirêk mezinin. Jin nikarin xwe bigihînin alavên ped û hîjyenê. Rêveberiya girtîgehê van alavan peyda nake û li kantînan jî nayên dîtin.  Tecrîd didome. Ji aliyê Lijneyên Îdarî û Şopandinê ve bi hincetên kêfî tahliye tên astengkirin. Saziyên Tipa Edlî jî pir caran ji objektîfbûn û serxwebûnê dur raporan amade dikin û bi van raporan jî tahliye tên astengkirin. Bi vê sînor namînin. Mafê jiyana girtiyên nexweş jî tê binpêkirin.”
 
'Ev biryar zirarê didin pêvajoyê'
 
Ezgî Akti daxuyakirin ku astengkirina tahliyeya girtiyan û xepskirina mafê dermankirina girtiyan bi tena serê xwe binpêkirineke mafan a  giran e û got: “Li aliyekî dibêjin aştî û çaeserî li aliyê di jî pêkanînên li ser girtiyan didomînin. Ev di alî samimiyeta pêvajoyê de gelek girînge. Divê demildest ev pêkanînên kêfî ji holê bên rakirin. Desthilatdarî îradeya çareseriyê bi nêzîkatiya li hember girtiyên siyasî dikare dayne holê.”