'Zîhniyeta 12'ê Îlonê berdewam dike'

  • 13:45 12 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên ku bi boneya 45’emîn salvegera derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yan hatine dayîn de, hate diyarkirin ku encamên derbeyê hê jî berdewam dikin û divê pêşerojeke demokratîk were avakirin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 12’ê Îlonê bi taybetî jî li hemberî îradeya gelê Kurd êrîşeke topyekûne û got: ‘’Îro li ser krîzên heyî, binpêkirinên tên kirin, zextên siyasî û cihêbûna civakî şopên zîhniyeta derbeyê hene.’’
 
DBP’ê got: ‘’Qanûneke Bingehîn a demokratîk, pergaleke siyasî ya piranîparêz û pergaleke civakî ya adil wê li hemberî zîhniyeta derbeyê bibin bersiva herî baş.’’
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Qanûna Bingehîn a 1982’yan hê jî di meriyetê de ye û diyar kir ku otorîterbûn, binpêkirinên mafan û zextên darazê dewama zîhniyeta 12’ê Îlonê ne. ÎHD’ê bang li hikûmetê kir ku bi awayekî rastîn rûbirûbûna derbeyan bike.
 
ÎHD’ê di daxyaniya xwe de bal kişand ser zextên ku berdewam dikin û ev yek anîn ziman: ‘’Em bang li hikûmeta ku tevî israrên xwe yên di rêya otorîterbûnê de jî bi israr dibêje ew li dijî derbeyê ye, dikin ku bi 12’ê Îlonê û derbeyên piştî wê re rûbirû bibe. Ne wesayeta leşkerî ne jî wesayeta siyasî.’’