
Konferansa Komîteya Perwerde û Hindekariyê ya Mexmûrê tê lidarxistin
- 15:04 7 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 14'emîn Konferansa Komîteya Perwerde û Hindekariyê ya Wargeha Mexmûrê bi diruşmeya ‘Zanist bi komînalbûyînê tê parvekirin’ destpê kir. Konferans diyarî Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û cangoriyên perwerdeyê hate kirin.
14'emîn Konferansa Komîteya Perwerde û Hindekariyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi diruşmeya ‘Zanist bi komînalbûyînê tê parvekirin’ destpê kir. Konferans li Mala Gel, bi beşdarbûna tevahî mamoste, delege û mêvanan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Piştî rêzgirtinê, têkildarî wate û girîngiya konferansê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak axaftina vekirinê kir û got: “Em vê konferansê diyarî mîmarê azadiyê Rêber Apo dikin. Her wiha em vê konferansê li tevahî şehîd û şervanên azadiyê pîroz dikin. Rêber Apo gotiye; Zarokên Mexmûrê zarokên min in. Ev gotin bi xwe hêz dide me. Di rojek wiha girîng de, li darxistina konferansek wiha, ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Ji destpêka penaberiyê heta roja îro, bi hezaran xwendevanên wargehê bi zimanê dayîka xwe xwendine û bûne xwedî pîşe. Her wiha bi xwe perwerdeya zimanê xwe dane destpêkirin. Ev yek cihê şanaziyê ye. Wargeha me kariye hem mufredat, hem jî mamostayên xwe derbixin. Ev yek jî bi saya keda şehîdan hatiye pêkanîn. Mexmûr bûye mînakek. Yên ku dixwestin me asîmîle bikin û bişaftinan re derbas bikin, têk çûn û me xwe li ser lingan girt. Divê em li gorî demê li berpirsyartiyên xwe rabin. Di vê rêyê de bi hezaran xwendevan beşdarî nav refên gerîlayan bûn û gihiştin şahadetê. Her wiha bi dehan mamoste jî şehîd bûn, em wan tevan bi rêz û minet bibîr tînin.”
Piştî axaftina vekirinê komîsyona ku konferansê bi rê ve bibe hate hilbijartin û pey wê re perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. Konferans bi xwendina perspektîfên Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê berdewam kir û tê payîn ku konferans çend rojan berdewam bike.