
Jina ku hat xwestin bê qetilkirin hat ziyaretkirin
- 18:06 5 Îlon 2025
- Rojane
WAN – Platforma Jinan a Wanê, jina bi navê N.K ku ji aliyê mêrê pê re zewicandî bû ve hat xwestin bê qetilkirin, li nexweşxaneyê ziyaret kir.
Li navçeya Gever a Colemêrgê di 29’ê tebaxê de Îlyas K. hewl da jina pê re zewicandî N.K qetil bike. N.K ku rewşa wê baş dibe ji beşa giran hat derxistin.
Platforma Jinan a Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, Tevgera Jinên Azad, Komeleya Jinan a Star, hevşaredara Artemît û gelek kes ku rewşa N.K dişopand, li nexweşxaneyê ziyaret kirin.