Mary Lawler: Divê cezayê Hestî Emîrî were rakirin

  • 20:05 3 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Raportora Taybet ê NY’yê banga demil dest xirabkirina cezayê girtîgehê yê çalakvan Hestî Emîrî kir û got: “Divê cezayê li Hestî Emîrî hatiye birîn demildest were rakirin.”
 
Di 27’ê Tebaxa îsal de Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi serokatiya Dadwer Îman Efşarî bi tometa ‘têkdana raya giştî, propagandaya li dijî dewletê û derketina li cihên giştî bê laçik’, xwendekar û çalakvana Zanîngeha Tehranê Hestî Emîrî, sê sal cezayê girtîgehê mehkûm kir. Her wiha du sal qedexeya derketina derveyê welat, endamtiya komên siyasî û civakî bi ser hate sepandin.
 
Raportora Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mary Lawler li ser malpera xwe ya fermî ya X’ê peyamek li ser girtina çalakvana jin a Îranî Hestî Emîrî ji aliyê rejîma Îranê ve parve kir.
 
Mary Lawler ragihand ku çalakiyên aştiyane yên jina Îranî yên ji bo parastina mafên girtiyan û dijberiya cezayê darvekirinê, li gorî zagonên navneteweyî bûn û biryara Îranê cihê fikarane.
 
Raportora NY’yê Mary Lawler got: “Em daxwaz dikin ku cezayê sê salan yên girtîgehê ku li çalakvana jin a Îranî Hestî Emîrî hatiye birîn, demil dest were rakirin.”