
Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî dest pê kir
- 10:51 28 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bi dirûşma ‘Bi rêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad’ dest pê kir. Di axaftina destpêkirinê de hat gotin ku jin dê heta dawî pêşengtiyê ji pêkanîna ronesansa jin û civaka Êzidî re bikin.
Îro li Şengalê jinên Êzidî ji bo bersiv bidin ji banga Rêber Apo ya ronesansê û fermanê komxebata ronesansê pêk tînin. Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve bi dirûşma ‘Bi rêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad’ tê lidarxistin.
Komxebat bi tevlibûna nêzî sed delegeyan saet 9:30’an de bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre axaftina vekirinê ji aliyê berdevka dîplomasiya TAJÊ Sûham Şingalî ve hat kirin.
Sûham Şingalî diyar kir ku ev 11 sala in jinên Êzidî bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe didin û wiha got: “Em di vê komxebatê de ji Şengalê heta Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Yê ku bû sedem Êzidî li ser axa xwe bimînin û xwe birêxistin bikin, Rêber Apo bû. Ev 11 sal in jinên Êzidî li ber xwe didin û di vê pêvajoyê de Rêber Apo barê pêşengtiyê da ser milê jinê. Rêber Apo ji me sekneke xurt û mezin dixwaze. Baweriya ku Rêber Apo dide jinê û civaka Êzidî em ê heta dawî xwedî li vê baweriyê derkevin û xwedî li erka xwe derkevin.”
‘Jinên Êzidî azadiya Rêber Apo wek azadiya xwe dibînin’
Sûham Şingalî destnîşan kir ku di nav 11 salan de yên pêşengiya esasî kirine jin bûne û wiha pê de çû: “Yên ku dê pêşengtî ji pêvajoyê re bikin, jinên Êzidî ne ku navenda wê Şengal e. Em bi biryardarî dibêjin armanca me ya yekemîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û em dixwazin Rêber Apo bibînin. Heta dawî em ê bibin perçeyeke esasî yê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em jinên Êzidî azadiya Rêber Apo wek azadiya xwe dibînin. Dubare em vê komxebatê li Rêber Apo û hemû jinan pîroz dikin.”
Piştî axaftina vekirinê li sînevîzyona ku ji peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo jin û civaka Êzidî şandibû hatiye amadekirin, hat temaşekirin.
Dê di komxebatê de 3 semîner dê werin lidarxistin.
Semînera Yekemîn: Sosyolojiya jinên Êzidî
*Di dîrokê de jinên Êzidî
*Bandora feraseta zayendparêziyê ya li ser jin û civakê
Semînera Duyemîn: Bandora fermanan a li ser jinên Êzidî
*Ferman û piştî fermanan rewşa jinên Êzîdî
*Bandora koçberî û jiyana li kampan
*Piştî fermanê jinan çawa xwe birêxistin kirin û parastin
Semînera Sêyemîn: Di ronesansa civaka Êzidî de rola jinên Êzidî
* Emê banga aştî û civaka demokratîk çawa fêm bikin
*-Banga aştî û civaka demokratîk û rola jinên Êzidî
Her wiha dê di komxebatê de peyamên ku ji derveyî Şengalê hatine jî, werin xwendin.