Jin li Bismilê li dijî tundiya mêr hatin gel hev

  • 13:00 28 Tebax 2025
  • Rojane
AMED-Şaredariya Bismilê, Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê, di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediyaye, Em ê Bi Hev re Şîdetê Rawestînin" de, ku di çarçoveya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan de tê meşandin, li Taxa Toprakliyê ya Bismilê bi jinan re civiya.
 
Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê ya li bajarê Amedê, di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediyaye, Em ê Bi Hev re Şîdetê Rawestînin" de ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan, forum û civînên giştî li dar dixe. Di çarçoveya vê kampanyayê de, Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê li taxa Topraklî ya Bismilê bi jinan re civiya. Karmendên Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê û Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekin beşdarî çalakiyê bûn.
 
'Em ê parastina jiyanê berdewam bikin'
 
Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekin di çalakiyê de axivî û bal kişand ser zêdebûna kuştinên jinan û got, "Em tundûtûjiyê wekî çarenûs nabînin. Em ê berdewam bikin dengê xwe ji bo mafê xwe yê jiyanê bilind bikin. Em li vir li dijî her nêzîkatiyek ku hewl dide tundûtûjiya li dijî jinan wekî bûyerên yekane nîşan bide radiwestin; em ê  parastina jiyanê berdewam bikin û hevgirtinê pêş bixin. Azadiya jinan azadiya civakê ye; em ê parastina edalet û wekheviyêber dewam dikin û bi hev re ji bo jiyanek bê tundûtûjî li berxwe bidin."
 
Di dawiya çalakiyê de, bang li hemû xelkê Bismilê hat kirin ku li hember tundiyê bêdeng nemînin, piştgiriyê bidin têkoşîna jinan û bi hev re ji bo zêdekirina hevgirtinê û bidawîkirina tundiyê tevbigerin.