
Leşkeran hewl dan gorên endamên YJA Star û HPG’ê hilweşînin
- 16:40 26 Tebax 2025
- Rojane
AMED - Leşkeran hewl dan li navçeya Licê gora Rojhat Onkol ê HPG’î xwişka wî endama YJA Starê Azîze Onkolê hilweşînin.
Leşkerên dewleta Tirk hewl dan gora endama YJA Starê Azîze Onkol (Dîcle Avaşîn) û birayê wê endamê HPG’ê Rojhat Onkol (Laşer Çem) ên li mezraya Kêlese ya gundê Çemê Elîka yê navçeya Licê ya Amedê hilweşînin. Leşkeran, ji malbatê re got ku Wezareta Karên Hundir ji bo hilweşandina goran ferman daye wan. Piştî berteka endamên malbatê, leşkeran xwestin wêneyên xwişk-birayan ên li ser kêla gorê bên jêbirin. Leşkerên ku wêne kişandin, ji goristanê derketin.
Malbata Onkol, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û bertek nîşanî vê hewldanê da.