Nîbel Genç piştî 31 salî şûnde hat tehliyekirin
- 13:20 20 Tebax 2025
- Rojane
STENBOL - Nîbel Genç piştî 31 salan dîlgirtinê serbest hate berdan, dema ku ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê derket, bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" hate pêşwazîkirin.
Nîbel Genç piştî 31 salan ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê serbest hate berdan. Divê di 14'ê Îlona 2024'an de hatiba berdan lê, ji ber cezayên dîsîplînê tehliyeya wê hatibû astengkirin. Piştî serbestberdanê, Nîbel Genç ji aliyê endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên navçeyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyên Marmarayê (MATUHAYDER) ve bi çepikan hate pêşwazîkirin.
Gelek girtî hîn jî di girtîgehê de ne
Nîbel Genç, ku bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hate pêşwazîkirin, axaftinek kurt kir. Wê spasiya her kesê kir ku ji bo pêşwazîkirina wê hatin û destnîşan kir ku hîn jî gelek girtî di girtîgehê de ne. Nîbel Genç hêviya xwe anî ziman ku girtî di zûtirîn demê de werin berdan.