
Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hat protestokirin
- 14:14 20 Tebax 2025
- Rojane
RIHA - Jinan li Rihayê erêkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî protesto kirin û banga “bêdeng nemînin” li raya giştî ya navneteweyî kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), erêkirina cezayê darvekirinê yê parastvana mafên jin û karkeran Şerîfe Mihemedî, li Rihayê protesto kirin. Saziyan, li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. gelek parastvanên mafan û jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em îdamên Îranê şermezar dikin û jiyanê diparêzin jin jiyan azadî”, wêneyên Şerîfe Mihemedî û dovîzên “Berxwedana jinan dê rejîma îdamê hilweşîne”, “Em bi Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî re ne” û “Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî berdin” hatin hilgirtin. Jinan, gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê êrişên li dijî mafên mirovan zêde bûne û got: “Li gel ku cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî beriya niha hatibû betalkirin jî, rejîma Îranê dîsa erê kir. Em, biryarên darvekirinê yên der heqê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî de qebûl nakin. Rejîma Îranê, bi sala ye bi polîtîkayên darvekirinê û tunehesibandina îradeya jinan re biryarên derhiqûqî dide. Li dijî îdam û qetlîamên jinan ên rejîma Îranê em ê li qadan dengê xwe bilind bikin.”
Ayşe Surucuyê bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li dijî biryarên îdamê bikevin nava tevgerê û axaftina xwe wiha qedand: “Ev êriş, di şexsê Şerîfe Mihemedî de li dijî tevahiya civakê tê kirin. Li dijî bêhiqûqtiyên rejîma Îranê dengê xwe bilind bikin. Tenê bi têkoşîna hevpar em dikarin bi wan paşvegavê bidin avêtin. Em careke din dibêjin, heta ku ev biryar tê betalkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta jin azad nebe civak jî azad nabe.”
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman û bi avêtina tililiyan bi dawî bû.