Ji baroyan ji bo dosya Rojîn Kabaîş daxuyanî

  • 21:10 15 Tebax 2025
  • Rojane

WAN – Baroya Wan û Amedê diyar kir ku di dosya Rojîn Kabaîş ku bi guman jiyana xwe ji dest daye agahiyên ‘DNA’yên aydê du mêran hatiye dîtinê’  ne nû ye û ev di rapora ATK’ê ya ewil a pêşkêşî dosyayê kirine jî cih girtiye. 

Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yillê Rojîn Kabaîş di 27’ê îlona 2024’an de li Wanê bi guman jiyana xwe ji dste da. Baroya Amedê, Navenda Mafê Jinan  a Baroya AMedê, Baroya Wanê û Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê li ser hesabê dîjîtal daxuaniyek nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Demên dawî de nûçeyên ‘li ser bedena Rojînê du DNA’yên cuda yên aydê mêran hatine dîtin’ derketin. Ev wek geşedanek nû nîşandan.  Lê ev di rapora ATK’ê ya ewil de jî cih girt. DNA’yên du mêran hatibûn tespîtkirin û ev di dosyayê de cih girtin.  Di heman raporê de hatiye diyar kirin ku di encama lêkolînan de di mînakan de tespîtek biguman nehatiye dîtin.”