Wê jin li Enqereyê bên gel hev

  • 19:26 29 Hezîran 2025
  • Rojane
ENQERE - Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye ji bo daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya aştiyê û avakirina "Komîsyona Aştiyê" a li Parlamentoyê banga hevdîtina li ber meclisê ya di 8'ê Tîrmehê de kir.
 
Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye dê di 8ê Tîrmehê de li Enqerê bicive û daxwaz bike ku Parlamento di çareserkirina pirsgirêka Kurd de berpirsiyariyê bigire ser xwe û astengiyên li pêşiya aştiyê werin rakirin. Jinan li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxuyaniyek dan û banga kombûnê li ber Parlamentoyê kirin.