Doza Ayşe Surucu hat taloqkirin

  • 15:15 26 Hezîran 2025
  • Hiqûq
 
ENQERE - Rûniştina doza Hevseroka Bajarê Rihayê ya DEM Partiyê û Parlamentera HDP'ê ya serdema 27'an Ayşe Surucu ji ber nebûna nêrîna dozgeriyê ji bo 15'ê Cotmehê hate paşxistin.
 
6'emîn rûniştina doza Hevseroka Bajarê Rihayê ya DEM Partiyê û Parlamentera HDP'ê ya serdema 27'an Ayşe Surucu ya ku ji ber tohmetên "endambûna rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tê darizandin, li 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin.
 
Bi hinceta ku raya dozgerê giştî tune ye, danişîn ji bo 15'ê Cotmehê hat paşxistin û serlêdanên parêzeran ên ji bo rakirina qedexeya derketina derve û tedbîrên kontrola edlî yên li ser Ayşe Surucu hatine sepandin jî hatin redkirin.