Wê jin li Enqereyê bên gel hev 2025-06-29 19:26:53   ENQERE - Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye ji bo daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya aştiyê û avakirina "Komîsyona Aştiyê" a li Parlamentoyê banga hevdîtina li ber meclisê ya di 8'ê Tîrmehê de kir.   Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye dê di 8ê Tîrmehê de li Enqerê bicive û daxwaz bike ku Parlamento di çareserkirina pirsgirêka Kurd de berpirsiyariyê bigire ser xwe û astengiyên li pêşiya aştiyê werin rakirin. Jinan li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxuyaniyek dan û banga kombûnê li ber Parlamentoyê kirin.