
'Em hem dema xwe didin hem jî nikarin heqê keda xwe bi dest bixin'
- 09:02 28 Hezîran 2025
- Ked/Aborî
MÊRSÎN - Her çiqas keda nedîtî ya jinan di nav sîstemê de bi krîza aborî bêhtir neyê dîtîn jî Fatma Batmaz ku hewl dide bi berhemên keda destên xwe li ser lingên xwe bisekine, got ku tevî piraniya dema xwe didim vî karî jî nikarin heqê keda xwe bi dest bixim.
Her çiqas jin di gelek warên jiyanê de li dijî şîdeta psîkolojîk û fîzîkî têdikoşin jî ew di heman demê de ji bo keda xwe ya nedîtî di nav pergalê de jî têdikoşin. Keda nedîtî ya jinan a li malê bi berhemên ku bi keda destan hatine çêkirin, derdikeve kolanan. Jin di krîza aborî de hewl didin ku bi berhemên keda destên xwe li ser lingan bimînin. Cezayên ku ji hêla şaredariyan ve li ser jinên ku dixwazin li deverên peravê yên Mêrsînê standan vekin têne ferzkirin, têkoşîna jinan asteng dike.
Şaredarî nahêlin ku standên berhemên destan li deverek piçûk werin vekirin û ceza dibirin. Ew ji bo jinan cîhek çênakin ku berhemên keda destên xwe ya bêewle û bêqeyd di nav pergalê de nîşan bidin. Jin bi kedkariya demsalî û bi berhemên keda destên xwe bê ewlehî ji bo ku di nava pergalê de cih bigirin têkoşînê didin. Lê ligel vê têkoşînê jî krîza aborî têkoşîna kedê di aliyekî din de nedîtî dike.
Fatma Batmaz ku berhemên xwe yên bi destan çêkirine li qadeke piçûk a li perava navçeya Akdenîzê vekiriye, di heman demê de behsa zehmetiyên debara jiyanê bi berhemên destan ku çêkirine û di heman demê de behsa pirsgirêkên ku ji ber krîza aborî pê re rû bi rû maye dike.
Fatma Batmaz ku 5 sal in hewl dide bi karên destan debara xwe bike, behs kir ku ji ber şert û merc dijwar bûn, wê ji bo vî karî serlêdan kiriye. Fatma Batmaz got, "Her çend ji hêla derûnî ve min baş hîs dide hîskirin jî şert û merc pir dijwar in. Ez li mal amade dikim, tînim vir standa xw vedikim. Hin rojan ez dikarim bifroşim, hin rojan ez bêyî tiştekî difiroşim diçim malê. Ez dixebitim da ku ez nebim bargiraniyek li ser malê û bi xwe debara xwe bikim. Zehmetiyên aborî mezin in û her kes bandor dibe. Her tişt pir biha ye, berê topek rîs 1 tl. 500 kuruş bû niha bûye 50 tl. Tenê du pêlîstokên piçûk ji vê topa rîs derdikevin. Ez heta sibehê şiyar dimînim, ez wê tînim û hewl didim ku li vir bifroşim, mirov dibêjin biha ye. Jin ji ber ku şert û merc dijwar in ji bo van karan serlêdanê dikin. Her jin difikire ku wê çi bike. Ew tên vir û dipirsin, ew nikarin bistînin ji ber ku derfetên wan ên aborî tune ne. Psîkolojiya mirovan ji ber pirsgirêkên aborî xera bûye. Tengasî û şer her gav ji ber aboriyê ne. Ew jî wextê min digire û ez heqê keda xwe jî nikarim bi dest bixim. Psîkolojiya mirovan ji ber ku bêkar in xera bûye."