
Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked
- 14:03 29 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag di “Komxebata di Civaka Demokratîk de Kedê” de axivî û got: “Divê em nebin temaşevanên jiyaneke wekhev û azad, em bibin avakerên wê.”
Platforma Saziyan a Demokratîk a Amedê li bajar “Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked” li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî komxebatê bûn. Di destpêka komxebatê de bi navê platformê Hevseroka Şaxa Hejmara 2 ya Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Duygu Ozbay axivî.
Duygu Ozbay, anî ziman ku di dîroka gelên Rojhilata Navîn de ne tenê şer, di heman demê de çandeke yekbûn, temamkirina hevdu heye û got: “Lê belê ev çand bi destwerdana hêzên desthilatdar, netewe dewlet, modernîteya kapîtalîst û îdeolojiyên yekperest hate tepisandin, tarîkirin û berevajîkirin."
Duygu Ozbay bal kişand ser van xisûsan: "Civaka aştiyane û demokratîk dûrî serwerî û hiyerarşîkê, li ser bingeha welatîbûna wekhev a hevgirtina hemû cihêrengiyan, modeleke hevgirtî ya civakî, sîstemeke ji paradîgmaya felsefî, îdeolojîk a jiyaneke azad pêk tê. Her wiha xwedî wê hêzê ye ku heke Şerê Cîhanê yê 3'yemîn giran bibe, wê karibe nirxên civakî yên gelan ji tinebûnê rizgar bike. Gel daxwaza jiyana hevpar dike."
Bi domdarî Duygu Ozbay destnîşan kir ku çareseriya meseleya Kurd ne tenê azadiya gelê Kurd e, di heman demê de demokratîkbûna Tirkiyeyê ye, sererastkirina dostaniya dîrokî ya gelên Rojhilata Navîn e û mifteya avakirina paşerojeke adil ji bo mirovahiyê ye.
Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag jî wiha got: “Li vê erdnîgariyê em ji pêvajoyeke dîrokî derbas dibin. Ev rastî ji aliyê hêzên herêmê ve hatiye qebûlkirin. Em vê pêvajoya ku cihê hêviyê ye, weke destkeftiya gelan û avakirina demokrasiyê dibînin. Avakirina civaka demokratîk wezîfeya me hemûyan e. Civaka demokratîk bêyî aştiyê ava nabe. Eger zext li ser beşeke civakê hebe, demokrasî pêk nayê. Em neçar in li ser avakirina civaka demokratîk biaxivin. Nîqaşên bêne kirin wê xeta têkoşînê ya pêvajoyê diyar bike. Divê mirov nebe temaşevanê jiyana azad û wekhev, bibe avakarê vê jiyanê.”
Komxebat piştî axaftinan li çapemeniyê girtî berdewam kir. Di komxebatê de wê mijarên "Nîqaşên li ser kedê", "Di tecrûbeyên aştiya mayinde û derbasbûna li nava aştiyê de rol û veguherîna kedê", "Ked û xizaniya jinê" û "Bandora kedxwariyê li ser komên dezavantaj (Koçber, karkerên demsalî, karkerên zarok û astengdar)" wê bêne nirxandin.