
Qirkirina Elewiyan: Jin li bazarê tên firotin
- 09:02 29 Nîsan 2025
- Rojane
Derya Ren
RIHA - Endama Têkiliyên Derve ya Kongra Star Ronahî Hesen diyar kir ku jinên elewî li bajarên peravên Sûriyeyê tên revandin, bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir û got, "Îro jinên elewî li bazaran tên firotin."
Rejîma Baas a 61 salî piştî êrîşên rastî û nerasterast ên HTŞ’ê û hêzên hegemonîk ên ku dixwestin li herêmê para xwe bigirin, hilweşiya. Di dema ku nezelaliyek li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûriyê, piştî rûxandina rejîma Baas serdest bû, HTŞ'ê li Şamê hikûmetek demkî ragihand.
Di dema ku nasnameyên cuda yên etnîkî, ziman û olên cuda ji aliyê hikûmeta îlankirî de tên paşguhkirin, li bajarên peravê yên Sûriyeyê bi taybet li Laziqiye, Hama, Hums û Tertûsê qetlîamên li dijî Elewiyan dewam dikin. Li gorî rapora Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku di 15’ê Nîsanê de hat weşandin, di komkujiyan de di serî de jin û zarok herî zêde bûne hedef û di meha dawî de 17 jin û zarok hatine revandin û 5 elewî jî hatin qetilkirin.
Endama Têkiliyên Derve ya Kongreya Star Ronahî Hesen ku li bajarên peravê li ser mijarê lêkolînê dike nirxandin kir.
Ronahî Hesen diyar kir ku bi rûxandina rejîma Baasê re li Sûriyeyê hêviyek çêbû û wiha got: "Ev hêvî di nava gelê elewî de jî derket holê. Ji ber ku civaka elewî ji ber rejîma Baas rastî gelek pirsgirêkan dihat. Piştî rûxandina rejîmê êrîş li ser Elewiyan hatin kirin. Lê belê di 7'ê Adarê de êrîşeke mezin li ser elewiyan pêk hat. Di çarçoveya van êrîşan de li hin herêman gelek jin hatin revandin û qetilkirin.”
‘Jinên Elewî li bazarê tên firotin’
Ronahî Hesen bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de jinên Êzidî li bazaran de firotin û got, "Îro jinên Elewî li bazaran tên firotin, malên wan tên talankirin. Di êrîşan de me dît ku dixwazin tevahiya civaka Elewî tune bikin. Ji gelek jinan agahî nayên girtin, em nizanin ev jinên ku tên revandin dibin ku. Di hin vîdeoyên ku endamên HTŞ'ê li ser kanalên medyaya dîjîtal parvekirin de, tê gotin ku di operasyonên li bajarên peravê de jin jî li gel xwe birine."
Li dijî qirkirinan bêdengî heye
Ronahî Hesen bal kişande ser rabirdûya HTŞ'ê û wiha dewam kir: "Hikûmeta niha li ser bingeha yek neteweyê ye, lê belê li Sûriyeyê yek gel jî nemaye, ji bilî Ereban Kurd, Durzî, Elewî, Xiristiyan, Tirkmen û hwd. Ji ber vê yekê jî baweriya kesî bi hikûmeta Şamê nayê. Rêveberiya Durzî û Elewî bi taybetî jî baweriya xwe bi rêxistinên Xweser nîne. Ji bo ku Komkujiya Elewiyan rawestîne Rêveberiya Xweser hewl da alîkariyê ji Elewiyan re bişîne. Lê li hemberî komkujiyên ku tên kirin bêdengiyek mezin heye.
'Em li gel jinên Elwî ne'
Ronahî Hesen ku têkildarî komkujiya li dijî Elewiyan bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir, got, "Em weke jinên li Sûriyeyê dijîn divê yekîtiya xwe ava bikin. Yekane rêya li dijî êrîşan rêxistinbûn e. Dema ku rêxistin nebe, em ê bibin hedefa êrîşan. Weke Rêveberiya Xweser, em diyar dikin ku em li kêleka jinên Elewî ne û em li qadên hevpar xwedî derdikevin. Xebatên me ji bo pêşîgirtina li qetlîama li wir û veguhestina jinan ber bi herêmên ewle dewam dike.”