Keda jinan a nayê dîtin û xizaniya jinan

  • 09:03 28 Nîsan 2025
  • Ked/Aborî
  
 
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Nûray Sanga ku 11 salin esnafiyê dike ji ajansa me re der barê xizaniya jinan de axivî û got: “Jin serê sibê heta êvarê dixebitin. Ji ber vê nikare bê gotin jinên naxebitin tuneye. Keda jinan nayê dîtin. Hem mêr, hem civak hem jî dewlet nabîne.”
 
Pênasekirina xizaniya jinê di 1995’an de di 4’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya Pekînê de bi têgeha ‘xizanî bûye jin’ hate binavkirin.
Li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê xizanî her diçe giran dibe û yên herî zêde jê  bandor dibin jin û zarok in. Li cîhanê ji sedî 70’ê xizan jin in û li Tirkiyeyê jî ev  ji sedî 50’yî derbas dike.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Star Rûken Ay Aydin der barê xizaniyê de ji ajansa me re axivî.
 
Rûken Ay Adin da zanîn ku jin ji ber rolên zayenda civakî jî terkî xizaniyê tên kirin û ev rewş astengiyan li pêş xebat, destkeftî, xwedîhandina mafan vedike. Rûken Ay Aydin wiha got: “Ji ber vê xizaniya jinan tenê bi aboriyê nikare bê vegotin. Bi taybet newekheviya zayendî giran dibe. Ev jî zêdetr bandorê li xizaniyê dike. Di xebata me li Wanê meşandiye de derdikeve holê ku jin ne tenê bi kêmasiya dahatûyê, ji ber  astengkirina zimanê dayikê,  derfetên perwerdehiyê û keda nayên dîtin têkoşîna jiyanê didin. Koçberkirin jî bandorek mezin li ser xizaniyê dike.”
 
‘Mijar ne tenê aborî ye’
 
Rûken Ay Aydin wiha vegot: “Ev rastî xizaniya giran e. Ev ne tenê peydakirina hewcedariyên esas in. Ev di heman demê de neqebûlkirin, bêewlebûn e. Yanî mijar ne tenê aborî ye di heman demê de pirsgirêkek çandî, civakî û polîtîk e. Xizaniya ku jinên Kurd dijîn li ser rolên civakî girantir dibin.”
 
‘Heta jin tevli mekanîzmayên biryarê nebin ev pirsgirêk nayê çareserkirin’
 
Rûken Ay Aydin got li gorî raporên ku Komeleya Jinan a Star amade kirine sedema xizaniya giran ne tenê aborî ye, di heman demê de mafê mirovan û nirxên gerdûnî jî di bin rîskê de ne û wiha dirêjî dayê: “Polîtîkayên heyî li şûna xizaniyê kêm bike, vedişêre. Heta ku jin tevli mekanîzmayên biryaran nebin ev pergal nikare bê şikandin. Xizaniya jinan pirsgirêkek giran e û polîtîkayên heyî hewl didin vê bi pakêtên xizaniyê çareser bikin. Lê em dizanin ku xizanî bi dahatûyê nikare bê  pîvan. Xurtbûna jinan a di alî aborî de bi afirandina îstîhdam û piştgiriyê aborî nikare bê çareserkirin. Ev bi wekhevî û xwegîhandina mafên esas ve girêdayî ye. Di vir de polîtîkayên dewlet û rêveberiyên herêmî girîng in. Divê polîtîkayên ku jin kirdeyên wê ne bên afirandin û pêşxistin. Ji bo ev bê şikandin gava ewil pir zelal e. Divê barê li ser jinan bê hêsankirin. Divê şert û mercên xebata bi ewle ji bo jinan bê afirandin.”
 
Nûray Sanga ya ku 11 sal in esnafiyê dike jî der barê keda jinan a nayê dîtin û xizaniya jinan de axivî.
 
‘Jin beramberê keda xwe nagirin’
 
Nûray Sanga da zanîn ku 11 sal in esnafiyê dike û got: “Ez sibehê 07.00 -08.00’an de têm heta 22.00-23.00 dixebitim. Wek jinek kedkar ez jî beramberê keda xwe nagirim. Ne tenê ez hemû jin di heman rewşê de ne. Em li tu derê bi tu awayî beramberê keda xwe nagirin. Em hemû mexdûr in. Em nikarin baş li zarokên xwe binêrin. Em çareseriyekê dixwazin.” 
 
‘Qezenca min diçe fature û kirê’
 
Nûray Sanga daxuyakirin ku ji saetên sibehê heta derengiya şevê dixebitin û got tevî hemû xebatê wek malbatî nikarin rûnin tiştekî bixwin û wiha dirêjî dayê: “Ev  li Tirkiyeyê kêmasiyek e. Qezenca min hemû diçe fatûre û kirê. Lêçûna dibistanan. Her tişt ji bêrîka me derdikeve. Em jin hemû van pirsgirêkan dijîn. Tirkiye di pêvajoyek zor û zehmet de derbas dibe. Lê ji bo jinan hîn zehmetir e. Keda jinan nayê dîtin. Ev prisgirêkek mezin e. Hemû jin dixebitin. Yên li malê jî ji sibehê heta êvarê dixebitin. Lê keda nayê dîtin heye.”