
CPT careke din neçû Îmraliyê
- 15:06 15 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - CPT ji ber nêzîkatiya xwe ya li hemberî Îmraliyê, demek dirêje tê rexnekirin. CPT’ê serdana gelek girtîgehên li Tirkiyeyê kir, lê car din neçû Îmraliyê.
Komîteya Astengkirina Îşkence û Muameleya Xirab (CPT) di navbera 7-11’ê Nîsanê de li hin girtîgeh û navendên binçavkirinê yên li Tirkiyeyê, lêkolîn kirin.
Ji ber nêzîkatiya komîteyê ya li hemberî Îmraliyê, gelek caran hate rexnekirin. Tevê vê yekê jî komîteyê vê carê Girtîgeha Îmraliyê nexist nava bernameya xwe.
Komîteyê têkildarî serdanan daxuyanî da û diyar kir ku armanca esas a serdana wan ew e ku rewşa ewlehî û muameleya kesên ku ji 19’ê Adara 2025’an ve di çarçoveya xwepêşandanan de hatine girtin, çavdêr bikin.
Di nava şandeya CPT’ê ya serdan pêk anî de, ji Serokatiya CPT’ê Alan Mitchel, pispor Nico Hirshc, Therese Rytter û Juan Carlos de Silva Ochoa cih girtin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şandeyê bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç, Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Munîr Karaoglû, Midûrê Giştî yê Malên Tevkî û Cezayê Enîs Yavûz Yildirim, Alîkarê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê Omer Ûrhal û ji Wezaretên Edalet û Karên Hundir gelek rayedarên payebilind re hevdîtin kir.
Di daxuyaniya li ser malpera înternetê ya CPT’ê de, hate destnîşankirin ku şandeyê ji xeynî navendên binçavkirinê yên li Stenbolê, li Tîpa T a Metrîs, li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Marmarayê û Girtîgeha Tîpa L a bi hejmar 1, 2, 3, 4 û 5’ê û Girtîgeha Sîncanê ya bi hejmar 2 a Enqereyê, lêkolîn kirine.
CPT ji ber şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev demek dirêje tê rexnekirin. Herî dawî di sala 2022’yan de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû. Lê belê encama rapora vê serdanê, hîna bi raya giştî re nehatiye parvekirin.