Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ji bo Narîn Guran daxuyanî da
- 12:57 14 Nîsan 2025
- Rojane
AMED – Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya li ber dadgehê de tekez kir ku doza Narîn Guran girîngiya avakirina civakek demokratîk li dijî hilweşîna civakî ji bo zarokan eşkere kir.
Di doza di 28’ê Kanûna 2024’an de der barê qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ya di 21’ê Tebaxa 2024’an de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê hat windakirin û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hatibû dîtin, biryar hatibû dayîn.
Apê Narînê Salim Gûran, bira Enes Gûran û dayika wê Yuksel Gûran ji ber sûcê "Bi qestî kuştina zarokê" cezayê muebbetê yê giran li wan hat birîn. Nevzat Bahtiyar jî bi îdiaya "delîlên sûc îmha kiriye, veşartiye, guherandiye" 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Rûniştinê dest pê kir
Îdîanameya din a di çarçoveya dosyaya Narîn Gûran de derbarê 4 zarokan de hat amadekirin. Rûniştina ewil a vê dozê hatibû plankirin ku di 20'ê Adarê de li 2'yemîn Dadgeha Zarokan a Amedê bê dîtin. Lê belê piştre ev dosya bi dosyaya 12 kesên tên darizandin re kirin yek û rûniştina hemû kiryaran îro dest pê kir.
Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya li ber dadgehê de tekez kir ku doza Narîn Guran girîngiya avakirina civakek demokratîk li dijî hilweşîna civakî ji bo zarokan eşkere kir.
'Tevahî civakê eleqedar dike'
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş li vir axivî û diyar kir ku doza Narîn Guran ne tenê Narîn Guran eleqeya xwe dide tevahiya civakê, zarokan û pêşeroja zarokan. Bêrîtan Guneş, diyar kir ku wan hewl da ku di doza Narîn Guran de dengê rastiyê bilind bikin û got, "Bi kuştina Narîn Guran re, divê em careke din girîngiya avakirina civakek demokratîk ji bo jin û zarokan li dijî hilweşîna civakî ya ku hewl tê dayîn di civakê de were avakirin û civak bi wê re rû bi rû tê hiştin, tekez bikin. Ji ber ku em dixwazin bibêjin ku rastiya ku di kuştina Narîn Guran de nehatiye eşkerekirin, hemû zarokan dixe xetereyê û heke dewlet kuştina Narîn Guran bi rastiyê çareser neke, ew ê ji sûcên ku dê li dijî zarok û jinan zêde bibin berpirsiyar be."
Daxuyanî piştî axaftinê bi dawî bû.