Pîrozbahiya 4'ê Nîsanê: Divê em bersivê bidin bangê

  • 15:32 6 Nîsan 2025
  • Rojane
STENBOL - TJA'yê di çalakiya ku bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê hat lidarxistin de peyama, "Divê hemû gelên Tirkiyeyê bersivê bidin banga Birêz Ocalan. Di vî warî de divê em berpirsyariyên xwe bi cih bînin."
 
Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê çalakiyek hate lidarxistin. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), meşvanên Amarayê û gelek jin û zarok jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan.
 
Qada çalakiyê bi alên TJA û DEM Partiyê hat xemilandin, pankarta "Jiyan bê roj nabe" li qadê hat daliqandin. Di çalakiyê de quncika bîranînê ya bi sernavê "Her kêlî hevdîtinek e" jî ji aliyê welatiyan ve eleqeyek mezin dît. Qad bi pankartên "Rojbûna te rojbûna me ye", "Bê Serok jiyan nabe",  hat xemilandin.
 
Di çalakiya ku ji heftê heta heftê salî bi dehan welatî bi coşeke mezin beşdar bûn, li herêmê atmosfereke bi coş pêk hat. Çalakî bi çepik û tilîliyên jinan li gel stranan destpê kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin, bi pêşengiya Dayikên Aştiyê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin çandin.
 
Di çarçoveya çalakiyê de ji bo zarokan çalakiya boyaxkirina rûyê zarokan hate organîzekirin. Li qada ku dîmenên rengîn lê hatin dîtin atmosfera hevgirtin û pîrozbahiyê tevahiya rojê dewam kir.
 
Meş hat silavkirin
 
Di çalakiyê de ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Raziye Ozturk axivî û meşa Amara ya bi pêşengiya ciwanan silav kir û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.
 
Raziye Ozturk wiha got, "Birêz Ocalan bi fikrên nû afirîneriya destpêkên nû didomîne. Dema vê dike hem xwe dispêre hêza xwe ya bandorker û hem jî xwe dispêre têkoşîna gel a şoreşger. Di vî warî de divê em jî berpirsyariyên xwe bi cih bînin."
 
'Divê gava yekem azadiya girtiyan be'
 
Piştre Dayika Aştiyê Gulsûn Dag axivî û got, "Di ser bangawaziyê re 4 meh derbas bûn, lê hê jî gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Divê di zûtirîn dem de gaveke berbiçav bê avêtin. Herî dawî ez ketim girtîgehê. Li girtîgehan binpêkirinên mafan hene. Divê girtiyên me di zûtirîn demê de ji girtîgehan bên berdan. Em dixwazin di vê pêvajoyê de gava destpêkê azadiya hemû girtiyan be."
 
Herî dawî Sebahat Tuncer da zanîn ji bo aştiyê divê têbikoşin û bersivê bidin banga Aştî û Civaka demokratîk a Abdullah Ocalan. 
 
Çalakiyê bi govendê bi stranan dewam kir.